YPG`ê nasnameya 2 şervanan eşkere kir

Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya 2 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîdbûne, eşkere kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di nava Hêzên Suriya Demokratîk (HSD)de ji bo rizgarkirina Reqayê pêşengtiyê dikin her  3'ê pêngavan de jî di çeperên herî pêş de cihê xwe digrin. Şervanên me pîvana deskeftî bê bedel nabe ji xwe re esas digrin û bi ruhekî mezin têkoşîn dikin û destanan dinivîsînin.

Di pêngava 3’emîn de şervanên me gav bi gav pêşve diçin. Her 2 hevalên me Ebu Cebil û Siyabend ku di Pêngava Xezeba Firatê de, di hemû  pêngavan de  rolekî mezin leyîstine. Dema bi  erkên xwe yên parastinê di çeperên pêş de pêk danîn gihiştin şehadetê.

Weke YPG û YPJ`ê  di serî de malbatên şehîd û tevahî gelên Rojavayê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em şopandina berxwedana şehîdan bilindtir bikin soza xwe nû dikin.”

Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Ebû Cebel Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilmecîd İbrahîm

Navê Bav: Cuma Îbrahîm

Navê Dayik: Zehra Mihemed

Cihê Jidayîkbûnê: Serêkaniyê- Gundê Bîr Reza

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Miamra Başûr / Reqqa -16 Sibata 2017

***

Nasnav: Siyabend Engîzek

Nav û Paşnav: Onder Guzel

Navê Dayik: Belguzer

Navê Bav: Mustefa

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Kiwêşa / Reqqa 14 Sibata 2017