YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir

Nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî hewldana çeteyên DAIŞ’ê de tê rêveberin jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.

Nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî hewldana çeteyên DAIŞ’ê de tê rêveberin jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê, bi daxuyaniya di malpera xwe ya fermî ya înternetê de weşand, nasnameya 2 şervanên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Nasnameya şervanên YPJ / YPG yên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Xûnav Xidir a bi nasnav Agirî Kobanî li Reqa ji dayik bûye, sala 2013’an tevlî bûye. 14’ê Gulana 2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

Ridvan Acer ê bi nasnav Dilxwaz Kerboran li Mêrdîn/Kerboran ji dayik bûye sala 2014’an tevlî bûye. 28’ê Cotmeha 2014’an jiyana xwe ji dest daye.