YPG'ê nasnameya 2 cangoriyên xwe eşkere kir

YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bajarê Hesekê ji destpêka şoreşê heya niha bi sedan keç û xortên xwe ji bo welatekî azad diyarî axa pîroz kir. Ji bo pêkhateyên herêmê di nava aramiyê de bijîn, hê jî berdêlên giran dide."

Navendê diyar kir, ku hevalên wan Siwar û Ziyad, tevî ku zewicî jî bûn, bi germahiya şoreşê bûn evîndarê azadiyê û dema bi erk û wezîfeya xwe ya parastinê radibûn, li herêma Hesekê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Yekîneyên Parastina Gel-YPG û Yekîneyên Parastina Jinê-YPJ em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Di serî de ji malbatên her du şehîdan, ji tevahiya gelê me yê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin. Em soza dubare dikin ku ji bo afirandina jiyanek li welatekî azad, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her du şervanan bi vî rengî ye:

Nav paşnav: Ebdurrehman Şiwêx
Nasnav: Siwar Hesekê
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Îsa
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê / 17-03-2017

Nav paşnav: Mehmûd Hec Fetah
Nasnav: Ziyad Hesekê
Navê Dayikê: Edla
Navê Bav: Hemîd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê, Gundê Um Midfê / 16-03-2017