Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê di ecama êrîşên rejîma Sûriyeyê û komên çeteyan a li ser Hesekê de 10 hevriyên wan bi qehremanî şer kirin û gihiştine şehadetê.
YPG’ê diyar kir ku di 16'ê Tebaxê de hêzên rejîma Sûriyeyê û pêxwasên wê li sûka bajarê Hesekê careke din êrîşê welatiyên sivîl kirin. Êrîşkarên rejîmê ku li hember bersiva Asayişê hêza berxwedanê tunebûn, taxên bajar dan ber silahên giran, top û hawanan - herwiha firokeyên şer ên rejîma Sûriyeye di nava 2 rojan de zêdetirî 10 herêmên sivîlan bombebaran kirin û di encam de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
YPG’ê wiha anî ziman: “Ji ber êrîşên ku li ser gelê Hesekê pêkhat in Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxele kir û li dijî nuqteyên rejîmê çalakî li dar xist. Di şer de 10 hevriyên me ku li nuqteyên pêş ên şer de heta dawiyê li hember êrîşên rejîmê li ber xwe dan, gihiştin şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em di şexsê hevalên xwe hemû pakrawanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan tucarî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Artêş Hesekê
Nav û Paşnav: Salih Elî
Navê Dayikê: Hemdiye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016
***
Nasnav: Cûdî Hesekê
Nav û Paşnav: Ramî Ebdulah
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 19-08-2016
***
Nasnav: Delîl Hesekê
Nav û Paşnav: Fadî Diyab
Navê Dayikê: Neşmiye
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 24-08-2016
***
Nasnav: Elî Kanîreş
Nav û Paşnav: Esed Karabag
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Şewiş
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016
***
Nasnav: Hogir Mazlûm
Nav û Paşnav: Mihemed Şehab
Navê Dayikê: Pîroze
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 17-08-2016
***
Nasnav: Jêhat Amed
Nav û Paşnav: Recep Talmaç
Navê Dayikê: Kewser
Navê Bav: Mahfûz
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016
***
Nasnav: Leyla Rizgar
Nav û Paşnav: Axîn Oncel
Navê Dayikê: Husnugul
Navê Bav: Hamdullah
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016
***
Nasnav: Mazlûm Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Qusey El Ezo
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016
***
Nasnav: Nûman Tolhildan
Nav û Paşnav: Xelîl Kokel
Navê Dayikê: Şûkran
Navê Bav: Yehya
Cihê Jidayikbûnê: Bismil, Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 21-08-2016
**
Nasnav: Xelîl Ado Serhildan
Nav û Paşnav: Mehmet Ado
Navê Dayikê: Zînet
Navê Bav: Ekrem
Cihê Jidayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 20-08-2016