YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand

YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, duh li Efrîn û Kobanê dewam kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 16'ê Çileyê piştî nîvro artêşa Tirk li gundê Bobanê yê li rojavayê Kobanê ji sînor derbas bûye û piştî demekê vegeriya ye. Navendê diyar kir, artêşa Tirk di heman demê de li vê herêmê dest bi lêkirina dîwêr jî kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa Tirk roja 16'ê Çileyê topên hawanê avêt gundê Mervanê yê navçeya Şiyê ya Efrînê. Ji ber ku top li cihekî vala ket, tiştek bi kesî nehat.
 
Balafirên keşfê yên bê mirov ên  artêşa Tirk heman rojê li ser Girê Iska yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê geriyan û hîn cîsmên nehatiye zelalkirin avêtin. Li ser van cisman lêkolîna hêzên me yên pispor berdewam dike."
 
Navendê bal kişand ser êrîşên komên çete yên ser bi artêşa Tirk ve û ev agahî da: "Tevî êrîşên artêşa Tirk, çeteyên bi artêşa Tirk ve tevdigerin jî êrîşî Efrînê kirin. Çeteyan di sibeha heman rojê û danê nîvor de bi topên hawanan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Eyn Deqnê."