YPG: Du helîkopterên li asîmanê Kantona Cizîrê digeriyan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve çûn

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şevê din 2 helîkopterên leşkerî li ser asîmanê Kantona Cizîrê hatine dîtin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şevê din 2 helîkopterên leşkerî li asîmanê Kantona Cizîrê hatine dîtin. YPG’ê hişyarî da û got ku eger ev kiryar bidomin, wê tedbîrên pêwîst bigirin û bersivê bidin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê dîtina 2 helîkopterên leşkerî li asîmanê Herêma Kantona Cizîrê de daxuyaniyek da raya giştî ya cîhanê.

Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin: “ Şevê din di nvabera saet 20:00 û 21:00’an de 2 helîkopterên leşkerî ku nehatin zanîn ên kê ne, li ser asîmanê herêma Aliya ya dikeve Bakurê bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê hatin dîtin. Her du helîkopterên leşkerî li ser bajarokê Rimêlan û navendên petrolê yên Til Edes (Girzîro) û gundê Girê Ziyaretê re firiyan û berê xwe dan aliyê başûr sînorê Tirkiyeyê.

Em wek Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ’ê van kiryarên neberpirsiyar hişyar dikin û eger dubare bibin, em ê tedbîrên pêwîst bigirin û bersivê bibin.”