YPG: Artêşa Tirk 3 welatiyên sivîl birîndar kir
YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û di encamê de li Kobanê 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.
YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û di encamê de li Kobanê 3 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku arteşa Tirk şeva 28’ê Îlonê bi çekên giran êrîş bir li ser çeperên hêzên wan ên li nêzî gundê Tilseriyê ya dikeve rojavayê Kobanê û got; “Arteşa Tirk diheman demê de hemwelatiyên sivîl ên vê herêmê jî kirin hedef. Di encama gulebarana arteşa Tirk de li vê herêmê 3 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.”