YPG: 48 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêmên Kobanê û Cizîrê 8 êrîşên çeteyan hatine şikandin, 48 çete hatine kuştin û 2 girên stratejîk hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li herêmên Kobanê û Cizîrê 8 êrîşên çeteyan hatine şikandin, 48 çete hatine kuştin û 2 girên stratejîk hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li herêmên Kobanê û Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyak ku malpera fermî ya YPG’ê de hate dayîn de der barê herêma Kobanê de wiha hate gotin:

“Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin ket roja 222’yemîn. Li başûr û başûr rojavayê Kobanê di encama êrîşên çeteyan de pevçûnên dijwar hatin jiyandin.

Pevçûnên ku piştî êrîşên komên çeteyan a duh di seatên sibê de li hemberî Til Ebrê û Girê Sor a başûr rojavaye Kobanê destpê kiribûn, heman rojê pişt nîvro bi dawî bûn. Piştî pevçûnan bi dawî bûn, hêzên me li heman qadê operasyonek lidar xistin. Operasyona li derdora gundê Zerkotek bi encam bû, lê ya Til Ebrî û Girê Sor hin jî berdewam dike.

Di pevçûnên li van qadan de hejmarek zedê çete hatin kuştin û birîndar kirin. 5 termên çeteyên ku hatine kuştin di destê hêzên me de ye.

6 rêhevalên me û rêhevalekî me yê şervanê Burkan El-Fırat ên ku di şikandina êrîşên çeteyan de bi seknên xwe yên cangorî rolek girîng listîn, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Komên çeteyan li başûrê Kobanê jî li ser 2 nuqteyên cuda êrîş li dar xistin. Êrîşa destpêkê ya ku çeperên hêzên me yên li duryana gundê Sina hedef digirt, piştî pevçunên dijwar hat şikandin. Di pevçûnên li vê qadê de, qasî hatiye zelalkirin 9 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn ser 5 kilêş û 1.500 fîşekên kilêşan, 2 roketavêjên B7, yek BKC, 24 şarjor, 13 bombeyên destan û 6 rextên çeteyan.

Pevçûnên ku duh pişt nîvro piştî êrîşa çeteyan a li hemberî gundê Metrês destpê kirin, heta îro ber destê sibê bênavber berdewam kirin. Piştî pevçûnên gelekî dijwar ev êrîşên çeteyan jî hatin şikandin. Piştî van pevçûnên ku tê de 7 çete jî hatin kuştin, çete neçar man ji qadê birevin. Hêzên me li vê qadê tevî 2 termên çeteyan dest danîn ser 2 kilêş, 400 fîşekên kilêşan, çekek Bruno, 10 şarjor û bombeyek destan.”

KANTONA CIZÎRÊ

Di daxuyaniyê de têkildarî herêma Cizîrê jî ev agahî hatin dayîn:

“Pevçûnên ku di navbera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyandin berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li hemberî 2 girên stratejîk ên ku di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn, operasyonek lidar xistin. Girên li herêma meqleaya (navenda hûrkirina keviran) ku 17 km dikeve rojavayê Til Temir, di demeke kin de ji çeteyan hatin paqijkirin.

Piştî hêzên me ev gir xistin destê xwe, di dirêjahiya şevê de komên çeteyan ji bo van giran careke din bistinîn, 2 êrîş lidar xistin. Îro di seatên sibê de jî komên çeteyan tevî wesayîtên zirxî û bi piştgiriya çekên giran li heman herêmê 3 êrîşên cuda li dar xistin. Hemû êrîşên çeteyan hatin şikandin û çeteyan derbên giran xwarin.

Li herêmên ku navê wan derbas bûn, qasî hatiye zelalkirin 27 çete hatin kuştin. Hejmareke zêde ya termên çeteyan di bin serweriya hêzên me de ye.

Di operasyon û pevçûnên li vê qadê de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin, gihîştin şehadetê.”