YNK-Goran gotin, 'Bila Parlament bê xebitandin', lê PDK bi tundî li ber vê daxwazê rabû

YNK û Tevgera Goran, li ser mijarên 'Xebitandina Parlamentê' û referandûmê' duh li hev civiyan û bi daxuyaniyeke hevpar gotin, 'Divê parlament bê xebitandin'. Lê belê PDK bi rengekî tund li ber vê daxwazê rabû.

Li gorî nûçeya malpera SNN Nûçe, ku ya YNK'ê ye û navenda wê li Silêmanî ye, ji rayedarên PDK'ê Fazi Beşaretî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya YNK-Goran daye û gotiye, "Eger hewce bike, bêyî YNK-Tevgera Goran wê referandûm were kirin."

Beşaretî her wiha rastiya parlamentê ji nedîtî ve hat, ku saziyeke ji wekîlên hilbijartî yên gel pêk tê û ev îdîa kir; "Di vê demê de, israra aktîfkirina parlamentê ji bo referandûmê tê wateya tinehesibandina vîna gel, xapandina gel."

DI DAXUYANIYA HEVPAR A YNK-GORAN DE ÇI HATIBÛ GOTIN?

YNK û Tevgera Goran, piştî civîna duh a li Silêmanî daxuyaniyeke hevpar da bûn û diyar kiribûn, referandûm mafê rewa yê Kurdan e. Di daxuyaniya hevpar de bal hatibû kişandin ser van xusûsan: "Ya yekemîn; her du partî ji bo serxwebûna Kurdistanê, referandûmê weke mafê rewa yê gelê Kurd dibîne.

-Her du alî di mijara diyarkirina çarenûsa gelê Kurd û ragihandina serxwebûnê de hemfikir in. Divê amadekarî were kirin ku hemû alî tevlî vê referandûmê were kirin. Ev yek mijareke neteweyî ye û eger li gorî berjewendiyên neteweyî were nirxandin, hingî dayîna biryareke bi vî rengî tenê mafê parlamentê ye.

-Her du alî, ji bo navçeyên din ên Kurdistanê yên li derveyî sînorên herêma Kurdistanê mane hemfikirin ku referandûm bê kirin.

Ya duyemîn; Mijareke din a sereke ya vê civînê rewşa aboriyê ya gelê Herêma Kurdistanê ye.

Ya sêyemîn; Mijara xurtkirina rêveberiyên herêmî yên li herêmên Silêmanî, Helebce û Germiyanê hate nirxandin. Di vê mijarê de her du aliyan biryar dan ku astengî ji holê werin rakirin û mekanîzmayek bê avakirin.

Ya çaremîn; Biryar hate dayîn hevkarî û hevsengiya navbera her du aliyan bê xurtkirin. Civînên Konseya hevpar wê tavilê dest pê bikin."