YJŞ: Em Çarşema Sor gelê Êzidî û hemû gelan pîroz dikin

Fermandiya Giştî ya YJŞ'ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û bang li gelê Êzidî kir ku vegerin li ser cih û warên xwe.

Fermandiya Giştî ya YJŞ'ê bi daxuyaniyekî nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan ku sibeye, pîroz kir. YJŞ'ê di daxuyaniya parvekirî de bang li hemû gelê Êzidî yên koçber bûne kir ku vegerin li ser cih û warên bav û kalên xwe.

Fermandiya Giştî ya YJŞ'ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Rastî û pir rengbûyîna Rojhilata Navîn baş tê zanîn ku çavkaniya xwe ji pêkhateyên cuda û bawerîyên cuda re xwe dide naskirin. Axa mezopotamya ya qedîm û ya Rojhilata Navîn jî cihekê wisa ye ku azadiya hemû baweriyan û ya gelan bi hev re dide jiyankirin û jêre rêz dide girtin û vê rastiyê derdixe holê. Bawerî û azadiya gelan jî xwediyê vê rastiyê ye ku nayê înkar kirin. Gel û bawerîyên axa mezopotamya jî, Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û Êzidî di dîrokê de heya niha bi hev re jiyankirine û yekitîya xwe ya biratiyê û daxwaza jiyanê kirine. Rojên gelan û baweriyan yê pîroz hene û çêbune. Bi van rojên pîroz û muqades re bi rastiya baweriyên xwe re xwesta daxwazê xwe dikin. Wek Rêberê Azadiyê Rêber Apo jî dibêje; di nava dirokê de gelê qedîm û di baweriya Êzidiyan de cejna Çarşema Sor xwedî cihekê girîng û pîroz e. Li gor baweriya Êzidiyan û her sê hefteyên meha Nîsanê û roja Çarşemê afirandina ruyê erdê ye. Di cîhanê de ji bo Êzidiyan tê wateya roja nû divê rojê de Melekê Tawis dadikeve xwarê û ruyê erdê tê temamkirin. Wek hemû cejnan jî Çarşema Sor di nava xwe de wek roja xweşî û serfiraziyê tê zanîn. Di vê roja pîroz de Êzidî jî, ji bo hemû guneh û sucên xwe efû dikin û xwe didin efû kirin. Ji şuna xerabî yê dilnimizî yê û başî yê û wekheviya biratîyê di nava xwe de û di rojekê wisa de pêktê.”  

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişan ser van xisûsan:

 "Li ser vê bingehê baweriya gelan re vê roja Çarşema Sor di her salekê de bi keyfxweşîyê û şahnazîyê tê pîroz kirin. Dijminahiya ku ya di navbera pêkhateyan û gelan de di sedsala 21. de gelê Êzidî ne di nava vê xelekê de ye. Di despêka dîrokê de heta vê demê re gelê Êzidî bi gelek ferman û zextan re rû bi rû maye. Fermana dawî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêkhat fermana 73.an pêk hat. Lê belê ruxmê ku zextên ji derve û hûndir de her çendî xûya bike jî, weke her sal gelê me roja Çarşema Sor pîroz dike. Em jî wek Hêzên Parastina Jinên Êzidî vê roja pîroz li zarok û jinên Êzidî yên ku hîna di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, pîroz dikin û bi boneya vê rojê jî em soz didin ku ev roj bibe roja azadiya gelê Êzidî û hemû gelan. Em carek din bi vê baweriyê hêviya xwe û daxwaza xwe ya azadiya gelê Êzidî û soza ku me daye gelê xwe em carek din ji nû ve dubare dikin.

 Bi encama Dîaspora yê ku gelê me yê Êzidî ku li her çar parçeyên cîhanê belav bûye em hêvî dikin ku vegerin li ser axa Êzidxanê û xweserîya Şengalê û beşdarbûna di nava YJŞ û YBJ`ê de cih bigire û biparêze. Bi vê helwest û baweriyê re pêşeroja gelê me dikare mayîn de bibe. Em bi vê buneyê roja Çarşema Sor li gelê me û raya giştî pîroz be."