Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê hat îlankirin

YPS BOTAN: Em wek gelê Botanê li dijî van hewldanên qirkirinê yên li ser mafê me yê herî bingehîn û meşrû, mafê me yê jiyanê, em îlan dikin ku di bin navê YPS BOTAN de têkoşîna xwe hê mezintir bikin.

Yekîneyên Parastina Sivîl ên BOTAN wiha got: “Em wek gelê Botanê li dijî van hewldanên qirkirinê yên li  ser mafê me yê herî bingehîn û meşrû, mafê me yê jiyanê, em îlan dikin ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê (YPS-BOTAN) de têkoşîna xwe hê mezintir bikin.”

Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê (YPS-BOTAN) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê bi sed salan e li dijî hêzên dagirker, asîmîlasyonîst, faşîst, têkoşînek bê hempa û bi biryar a gelê Kurd didome. Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê, wiha got: “Gelê Kurd bi berdêlên dayî ve girêdana bi nirxan zêdetir bûye, ji bo Kurdistanek azad û demokratîk têkoşîna xwe hê zêdetir bi pêş xistiye, berxwedan mezin kiriye.” 

Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê destnîşan kir ku ji 14’ê Kanûnê 2015’an ve li Kurdistanê bi awayekî aşkera pêvajoyeke qetlîam û qirkirina fîzîkî destpêkiriye, wiha dom kir: “Pir vekirî ye ku li hember van operasyonên qirkirinê, qasî berxwedana gel mafê xweparastinê jî dibe mafê herî rewa. Her çiqasî ciwanên Kurdistanê xwestinê di bin YDG-H de têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bimeşîne jî, pêwîstî heye ku ev eniya berxwedanê gaveke din mezintir bibe. Jixwe li dijî êrîşan ne tenê ciwan bi jin û mêr, tevahî gelê Botanê berxwedanê dimeşîne. Jixwe li hemberî qirkirinê ji bo parastina xwerêveberî û hebûna xwe, parastina gelê Kurdistanê  li dijî qirkirina fizîkî, siyasî, çandî  wezîfeya herî bingehîn û dîrokî ye. Li ser vî esasî Em wek gelê Botanê li dijî van hewldanên qirkirinê yên li  ser mafê me yê herî bingehîn û meşrû, mafê me yê jiyanê, em îlan dikin ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sivîl a Botanê (YPS-BOTAN) de têkoşîna xwe hê mezintir bikin.”

Daxuyanî wiha dewam kir: “YPS-BOTAN ji bo azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê têdikoşe. Jiyanîkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo wezîfeya xwe ya herî esasî dibîne. Hêza parastina sîstema konfederal a demokratîk a Botanê ye.”

YBS-BOTAN, banga bilinkirina berxwedanê kir, herî dawî wiha got: “Em banga parastina hebûn û rûmeta xwe li ciwan û jinên Botanê dikin. Banga tevlîbûna nava refên YPS-BOTAN dikin.”