BI DÎMEN

Yekemîn şaredariya cîhanê a di bin naylonê de xizmetê dike

Şaredariyên cîhanê hemû di avahiyan de û bi perekî zêde ve xizmet dikin, lê şaredariya Şengalê di bin naylonê û di bin amborgoyê de, bi bê derfetiyan xizmeta gelê Êzîdî dike.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermanek bi ser Êzîdiyan de hat. Hêzên ku beriya fermanê li Şengalê deshilatdar bûn siyasetek taybet a helandina çand û bê îradekirina gel dabûn meşandin. Lewra jî di fermanê de gel ewqasî bawerî bi wan hêzan tanî ku qet ne difikirîn ku wê rojekê ferman bi ser wan de werin. 

Lê piştî fermanê gelê Êzidî rastiya rûyê van hêzan dîtîn û biryar girtin ku di bin felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwe bi rêxistin bikin, ji bo ku di hemû aliyan de xwe bi xwe biryaran bigirin. Ji bo vê yekemîn car gelê Ezîdî ji bo parastina civaka xwe Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Her ku çû gelê Êzidî hîn zêdetir bawerî bi xwe anî û îro bûne xwedî îrade, lewra jî carek din îradeya xwe radestî ti hêzan nakin. Her roj gelê Êzîdî  ji bo xwe rêxistin bikin saziyên xwe yên nû vedikin. Ji meclîsa giştî bigirin heya meclisa Jin, Partî, rêxistin û saziyên din. 

Yek ji van saziyan jî xizmetguzarî  ye ango bingehê şaredariyê ava kirin. Ciwan û kesên di saziya Xizmetguzarî de dixebitin hemû jî bi dilxwazî û kêfxweşî kar dikin.

Tenê daxwaza wan ew e ku ji gel re bê cudahî xebat û xizmet bikin. Lê ji ber ku ti rêxistinên derve, saziyên mafê mirovan alîkarî nadin vê saziyê, tenê Rojavayê Kurdistanê wekî roja yekemîn destê alikariyê dide Şengalê. Xizmetguzarî jî dixwaze xwe bi xwe û li gorî derfetên xwe birinên Êzîdxanê bipêçin.  Rexmê hemû ambargo û rê li ser Şengalê jî hatiye girtin, lê carek din xizmetguzarî di xebatkirinê de xwedî israr e, bê rawest kar dike.

Ji ber ku hîna hinek  navçe û gundên Şengalê destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, hilbijartineka giştî ku gel biçin ser sindoqan çênebûne. Ji bo wê gelê Êzîdî xwe bi xwe însiyatifa xwe bikar anî û şaredariya xwe bi çend ciwanên dilxwaz avakirin. 

‘ŞAREDARIYA DI BIN NAYLONÊ DE DIXEBITE’

Dema mirov dibêje şaredarî binahiyek xweş, bi dehan wesayîtên karê şaredariyê dikin tê bîra mirov. Her wiha şaredariyên cîhanê butçeya xwe ji qaseya dewletê digirin. Lê ev şaredariya Şengalê berevajî hemû şaredariyên cîhanê ye. Di bin çadir û naylonê de şaredariya xwe vekirine. Bi 5 tangên avê, 2 traktor û kamyonek ya çopê, 3 dozer û 2 qilaban karê gel didin meşandin. Bi van wesayîtan şaredarî  xizmeta 70 hezar Êzidî dike. Tenê 25 kesên dilxwaz van hemû karan dimeşinin, bê ku yek qirûş pere bigirin şev û roj dixebitin. Rojekê tenê jî xwe vala nahêlin, tenê daxwaza wan alîkarî û xizmeta gel e. Her endamek şaredariyê her şêwaz karî dikin, ne tenê karê şaredariyê dikin, heta wesayîtên gel jî xirab din tamîr dikin. Şaredarî nêzî salekê hatiye avakirin. 

‘AMBARGO PÊŞIYA XEBATKIRINA ŞAREDARIYÊ NAGIRE’

Ambargoya ku ev 2 sal in ji aliyê PDK’ê ve hatiye danîn, pêşiya xizmeta şaredariya Şengalê nagire û endamên şaredariyê gotin çi dibe bila bibe em ê derfetan ji bo gelê xwe çêbikin.

Endamê Rêveberiya Şaredariyê Cindo Emer Silêman ragihand ku armanca wan a avakirina vê şaredariyê xizmeta gel e û wiha got: “Taybet gelê me yê ku di çiyayê Şengalê de li hemberî hemû şert û mercan tekoşînê didin, xizmet dikin û birîna wan bipêçin. Ji ber ku derfetên me gelekî kêm in jî lê em carek din dixwazin hemû kêmahiyên gel temam bikin.”

...