YDG-K, YDG-H: Ti eleqeya me bi êrîşan re nîne

YDG-K û YDG-H’ê diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên li Mêrdîn û Sêrtê yên li hember AKP û partiyên din re nîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ti hesabên YDG-K û YDG-H'ê di tevna civakî de nîn in.

YDG-K û YDG-H’ê diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên li Mêrdîn û Sêrtê yên li hember AKP û partiyên din re nîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ti hesabên YDG-K û YDG-H'ê di tevna civakî de nîn in.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê YDG-K û YDG-H’ê ve hat dayîn wiha hat gotin: "Wek Têkoşîna Azadiya Kurdistan em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Li gor girîngiya pêvajoya em tê de, hikûmet û dewleta AKP’ê ya fêm kir ku wê winda bike li her cihî bi helwesta xwe ya êrîşkar provokasyonan dike. Piştî êrîşên bombeyî yên li Edene û Mersînê li gelek deveran li hember buroyên hilbijartinê û welatiyên me yên xebatên hilbijartinan dikin êrîş zêde bûne.”

'ÊRÎŞÊN PROVOKATÎF ÊN AKP'Ê ORGANÎZE KIRINE'

Dema ev provokasyonên AKP'ê xwest pêk bîne, ji aliyê gel ve hatin deşîfrekirin, li hember xwe êrîş pêk anîn û li Kurdistanê rola mexdûrbûnê dilîze. Bi vî awayî plan dike dengên li Kurdistanê winda kirine careke din werbigire. Ti eleqeya YDG-K û YDG-H’ê bi êrîşên li Mêrdîn û Sêrtê yên li hember AKP û partiyên din re nîne. Ev êrîşên provokatîf ên AKP bi xwe organîze dike.”

'DI TEVNA CIVAKÎ DE TI HESABÊ ME NÎNE'

Di daxuyaniyê de her wiha ev agahî hatin dayîn: "Li ser navê YDG-K û YDG-H’ê di tevna civakî de ti hesabekî me nîne. Gelek sîteyên li ser navê YDG-H û YDG-K’ê hesabên ku ji aliyê polîsên dewletê ve hatine vekirin û tên rêvebirin. Divê gel guh nede van sîteyan.”

Daxuyanî bi hevoka, "Gelê me di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê bersiva pêwîst bide hemû partiyên faşîst û mêtinkar bi dawî bû.”