Yekîneyên Xweparastinê ya Cizîrê YDG-H, têkildarî êrîşa duh a li avahiya Şaredariya Cizîrê li dijî polîsên Tirk daxuyanî da got ku êrîş provokasyoneke aşkera ye û ti eleqeya wan bi vê êrîşê re nîne.
Yekîneyên Xweparastina Cizîrê ya Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger (YDG-H) têkildarî êrîşa duh a avahiya Şaredariya Cizîrê li hember parêzvanên mufetişên ku Wezîrê Karên Hundir wezîfedar kiribû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ti eleqeya wan bi êrîşa 31’ê Tebaxa 2015’an a nêzî saet 14.30 li Şaredariya Cizîrê li dijî parêzvanên mufetişên pêk hatiye nîne. YDG-H’ê got: “Ev êrîşeke provokatîf e. Ev êrîş bi awayekî aşkera êrîşeke ku Şaredariya Cizîrê dike hedef. Têkildarî vê êrîşê me jî lêkolîneke bi detay bi rê ve bir. Em ê nekevin nav pratîkeke ku gelê me yê welatparêz bibe hedef. Em vê êrîşê şermezar dikin.”