YDG-H: Li Sûr û Nisêbînê 12 polîs hatin kuştin

YDG-H'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê êrîş û berxwedana li Sûr, Kerboran û Nisebînê dewam dikin de agahî da.

YDG-H'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê êrîş û berxwedana li Sûr, Kerboran û Nisebînê dewam dikin de agahî da. YDG-H'ê diyar kir ku li Sûrê 10, li Nisêbînê jî 2 polîsên êrîşî gel dikirin, hatin kuştin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger Welatparêz (YDG-H), li ser şer û pevçûna li navçeya Amed Sûrê ji ber êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî gel rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 10'ê Cotmehê saet di 06:00 de, tîmên taybet, polîs û çeteyên qesrê êrîşî navçeya Amed Sûrê kirin."

'10 POLÎSÊN ÊRÎŞÎ GEL KIRIN HATIN KUŞTIN'

YDG-H'ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

"Li hemberî van êrîşên dijmin, di serî de ciwanên Sûrê gelê welatparêz ê Sûrê, ji bo parastina taxên xwe li ser bingeha xweparastinê li ber xwe dan. Di encama şer û pevçûneke giran de, li ser bingeha tedbîrên ji aliyê hêzên xweparastinê yên Sûrê ve hatin wergirtin, wesayîteke zirxî ya polîsan hat îmhakirin. Her wiha di pevçûnên li taxa Alîpaşa de wesayîteke zirxî ya polîsan bi temamî rûxiya. Di şer û pevçûnên li van deran de 10 polîs hatin kuştin, gelek polîs jî birîndar bûn. Di dema êrîşan de, ciwanek û jineke sivîl bi giştî 2 welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane."

LI KERBORANÊ PEVÇÛN DEWAM DIKE

Li ser êrîşên li navçeya Mêrdîn Kerboranê YDG-H'ê ev agahî da:

"Ji roja 9'ê Cotmehê û vir ve, di navbera hêzên dewletê yên dor li navçeya Mêrdîn Kerboranê girtine û ciwanan de pevçûn diqewimin. Pevçûn bi giranî li taxên Bahçebaşi û Tepebaşi dewam dikin. Êrîşên bi çekên giran ên li dijî ciwanên taxên xwe dixwazin, didom in."

LI NISÊBÎNÊ 2 POLÎS HATIN KUŞTIN

Tevgera Ciwanan di dewama daxuyaniya xwe de got, "Roja 11'ê Cotmehê danê nîvro, li taxa Kanîka ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê, çeteyên DAIŞ'ê yên ku kincê polîs û leşkerên Tirk li xwe kiribûn, bi desteka wesayîtên zirxî dest bi êrîşê kirin. Li hemberî vê erîşê, ciwanên welatparêz ên Nisêbînê li ber xwe dan û saet di 16:00 de wesayîteke TOMA ji aliyê ciwanan ve hat îmhakirin, li vir 2 polîs hatin kuştin. Berxwedana xweparastinê ya ciwanan a li taxan, bi xurtî dewam dike."

YDG-H di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku li dijî êrîşên AKP'ê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got, "Weke ciwanan şoreşger welatparêz ên li Kurdistanê xweparastinê dikin, di çarçoveya soza ku me dane gelê xwe de, em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê vê berxwedanê heta serketinê bidomînin. Di serî de şehîdên di mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de şehîd ketin, em ê tola hemû gelê xwe yê sivîl ê di êrîşên hêzên kontra yên Tirk, çeteyên qesrê û paşverûtiya DAIŞ a nokeriya hikûmeta AKP'ê de şehîd ketine, hilînin û careke din soz didin ku em ê berxwedana xweparastinê xurt bikin."