YDG-H: Em dest ji şerê xwe yê xweparastinê bernadin

YDG-H: Berdelên wê çi dibe bila bibe, di vê berxwedana bi rûmet a gelê xwe de em wek YDG-H destnîşan dikin ku em di vê pêşengiya xwe ya dîrokî de bi bîryar in, em ê şerê şoreşgerî yê gelê xwe li tevayî Kurdistanê belav bikin.

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) diyar kir ku şerê topyekûn ê li hember gelê Kurd di pêşengiya hikûmeta AKP’ê ya faşîst û dagirker de dimeşe, 4 mehê xwe tijî kiriye. YDG-H destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi sînordarkirina tevahî qadên azadiyê yên li Tirkiyeyê, civak xistiye bin zextê, bi serketina sexte ya di hilbijartinan dest xistiye pelçiqandina civakê didomîne.

Di daxuyaniya YDG-H de wiha hat gotin: “Bi çeteyên artêş, emniyet, îstîxbarat û tîmên taybet ên li bejahî û bajaran şer dijwar kirine, li hember gelê Kurd şîdetek çekdarî ya bê perwa pêk tîne. Bê ku bibêje jin, ciwan, zarok û pîr, mirovên sivîl qetil dikin. Bi nêzbûna demsala zivistanê, li hember vî şerê bi taybet li navçe û bajaran dijwar bûyî berxwedanek gel a dîrokî pêş ketiye. Gelê me li navendên wek Farqîn, Nisêbîn, Gever, Hezex û Şirnexê dest ji îradeya xwe ya xwerêveberiyê bernedaye; berxwedanek topyekûn raber kiriye. Gelê me li navendên behsa wê tê kirin bûye hedefa wesayîtên ZPT û çekên êrîşê yên her cureyî; tevî windahiyên canan jî bi raberkirina îradeya parastina tax, mal û canên xwe têkoşînê xurttir dike. Ti dorpêç wê nikaribe qada “Jiyana Azad” a gelê me teng bike. Hêzên Çekdarî yên Tirk ku bi terorîzekirina gel her cure êrîşên wehşî pêk tîne, di atmosferek şer a ne rewa de her mirovên me yên parastina xwe ya rewa dike terorîst îlan dike û dikuje. Em ê bi berxwedana mirovên xwe yên sivîl ên ku di berxwedana xweparastina gel de bûne qûrbanê êrîşên wehşî yên hêzên dewletê, em ê bi belavkirina têkoşîna xwe xurttir bikin. Herî dawî em 7 welatiyên xwe yên azad ên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane bi soza berxwedana şoreşgerî bi bîr tînin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Ji bo dîwarên malên xwe gelê me xwe dikin sîper, her diçe bi belavkirina berxwedana xwerêveberî û îradeya bi bîryar a ku xweparastinê li gund, bajarok, tax û tevahî bajaran vediguherîne kelhên berxwedanê raber kiriye. Berdelên wê çi dibe bila bibe, di vê berxwedana bi rûmet a gelê xwe de em wek YDG-H destnîşan dikin ku em di vê pêşengiya xwe ya dîrokî de bi bîryar in, em ê şerê şoreşgerî yê gelê xwe li tevayî Kurdistanê belav bikin, em ê dest ji şerê xwe yê xweparastinê bernedin.”