BI DÎMEN

YBŞ'ê êrîşa DAIŞ'ê şikand: 17 çete hatin kuştin

YBŞ'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şikand. Di vî şerî de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

YBŞ'ê, duh êrîşa mezin a li hemberî gundê Medîbanê şikand û derba giran li çeteyên DAIŞ'ê xist.

Li gorî daxuyaniya fermandariya YBŞ'ê, duh saet di 03:40 de bi qasî 200 çeteyên DAIŞ'ê ji sê baskan ve êrîş kirin û heta saet 19:00 bi çekên giran û wesayîtên zirxî êrîş kirin.

Fermandariyê diyar kir, hêzên YBŞ'ê yên bi vê êrîşê hesiyan, dor li çeteyan girtin û derbên giran li wan dan.

Di vî şerî de 17 çete hatin kuştin û cenazeyên 11 ji wan li herêma di bin kontrola YBŞ'ê de man.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin û derb li panzerekê hat xistin. 

Fermandariya YBŞ'ê li ser çek û cebilxaneya ji ser çeteyan hat rakirin, ev agahî da:

"3 çekên MP 16, 2 çekên BKC, 1 çeka B7, 5 kleş, 2 telefonên destan, fîşek û roketên van çekan."

'EM Ê ARMANCA WAN PÊK BÎNIN'

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin, di vî şerî de sê hevrêyên wan gihîştine şehadetê û got, "Ev hevrêyên me piştî fermanê ji Bakurê Kurdistanê hatin Şengalê, ji bo parastina civaka me ya Êzidî ji roja destpêkê ve bi fedekariyeke mezin tevgeriyan û bersiveke mezin dan vê fermanê. Em soz didin, em ê armanca van hevrêyên xwe pêk bînin."

AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYÊN HER SÊ CANGORIYAN

Di daxuyaniyê de, agahiyên li nasnameyên her sê şervanên YBŞ'ê hatin eşkerekirin:

"Nasnav: Edîp Arslan
Nav paşnav: Yilmaz Gever
Sal û cihê ji dayikbûnê: 1995 / Colemêrg

Nasnav: Selahattîn Çekdar
Nav paşnav: Mashar Acar
Sal û cihê ji dayikbûnê: 1990 / Êlih

Nasnav: Dilgeş Garzan
Nav paşnav: Serhat Yasîn Elcîk
Sal û cihê ji dayikbûnê: 1999 / Bedlîs

...