Xizmên windayan Vedat Aydin bi bîr anîn

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan vê hefteyê Serokê DEP'ê yê Bajar ê Amedê Vedat Aydin bi bîr anî. Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de hatibû destgîrkirin û piştre li ser rêya Madenê cenazeyê wî hatibû dîtin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteyê de 536'an de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta  "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin û çîroka Serokê DEP'ê yê Bajar ê Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Vedat Aydin di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve ji mala xwe hat girtin û piştî 2 rojan li navçeya Madenê ya Xarpêtê cenazeyê wî hate dîtin.

Di çalakiyê de Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Akîf Akin, çîroka Vedat Aydin parve kir û diyar kir ku di doza Aydin de tu pêşveçûn çênebûye û xwest ku berpirsyarên kuştina Aydin bên darizandin. 

Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.