Xizmên windayan ji bo Ertaş ê ji aliye dewletê ve hat qetilkirin hatin cem hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Huseyîn Ertaş ê li Qoserê hat destgîrkirin û qetilkirin hatin cem hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 699’emîn çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan  a Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirin Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiyê de destpêkê rêvebira ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr axivî û êrîşa ku hefteya borî li Qada Galatasarayê li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê hatibû kirin şermezar kir û ji bo çalakiya hefteya 700'emîn a hefteya bê banga tevlîbûnê kir. 

Di çalakiyê de aqûbeta Hûseyîn Ertaş ku di 8'ê Tîrmeha 1995’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliye 4 kesan ve hatibû revandin û piştre hatibû şewitandin hat pirsin.

REVANDIN BIRIN QEREQOLÊ Û PIŞTRE QETIL KIRIN

Piştre endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û serpêhatiya Hûseyîn Ertaş xwend. Akdenîz, da zanîn ku Ertaş ji gundê Emrûdê yê navçeya Qoserê ye û 9 zarokên wî hebûne û wiha got: "Debara xwe bi sevaltî û cotkarî dikir. Her dem li gund leşkeran gef li Ertaş dixwarin û cerdevanî lê ferz dikirin. Gundiyên Emrûd ku cerdevaniyê qebûl nakin ji gund derdikevin û gund ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Malbata Ertaş jî ji gund derdikeve û li Qoserê bi cîh dibe. Piştî hatina Qoserê 4 kes bi çekan û wesayîta Torosê tên mala Ertaş û bi gefê wî dibin qeraqolê. Her çiqas malbata Ertaş ji qereqolê dipirse qereqol dibêje 'Em nizanin, li ba me nîne'.”

Di berdewamê de Akdenîz, diyar kir ku cenazeyê Ertaş bi awayekî şewitandî di 13’ê Tîrmeha 1995'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dîtin û ev tişt got: "Otopsiya Ertaş li Serêkaniyê li navendeke tenduristiyê tê kirin û piştre agahî didin malbata wî. Malbat cenazeyê Ertaş teşhîs dike û dibe gundê Emrûdê vêdişêre. Di sala 2006'an de jî malbat dozê vedike û hê jî tu gavek nehatiye avêtin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.