Xizmên nebediyan bi çalakiya xwe piştgirî dan TV'iyên hatine girtin

Li Amed û Êlihê Şaxên ÎHD û xizmên nebediyan di hefteya 399'an de carek din li aqûbeta nebediyan pirsîn. Xizmê nebediyan û parazvanê mafê mirovan piştgirî dan TV û radyoyên hatin girtin û banga piştgiriya van weşanan hat kirin.

AMED

Endamên Komelaya Mafê Mirova (ÎHD) Şaxa Amedê û xizmên nebediyan vê di hefteya 399'an de çalakiya bi şiyara "Bila nebedî bên dîtin û kiryar bên darizandin" ji ber qedexekirina çalakî û daxuyaniyan a ji aliyê Walîtiya Amedê ve fermana wê hat dayîn, çalakî li avahiya Şaxa ÎHD'ê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD û gelek malbatên nebediyan amade bûn û wêneyên nebediyan û xizmên xwe hildan.

Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û got ku heta li Tirkiyê edalet bê dîtin wê çalakiyên xwe bidomînin. Bîlîcî bal kişand ser girtina TV û radyoyên muxalîf û wiha got: "Dewlet dixwaze dengê kesên cuda qut bike. Ji bo dengê gel û heqîqet dernekeve holê dengê televîzyonên muxalîf hatin girtin. Ev rewş nayê qebûlkirin."

Bîlîcî bal kişand ser salvegera qetilkirina Ceylan Onkol a li Licê hat qetilkirin û daxwaza dîtina faîlan kir.

Piştî axaftina Bîlîcî, Parêzer Hasan Yalçin çîroka nebedîkirina xwendkekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Ayhan Efeoglu yê ji 6'ê Cotmeha sala 1992'yan ve di binçavan û êşkenceyê de hat nebedîkirin xwend.

Çalakiya aqûbetpirsînê bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên nebediyan bi heman aramancê di hefteya 399'an de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Kolana Gulîstan hat li darxistin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD û xizmên nebediyan û gelek nûnerên STK'iyan û welatî amade bûn û wêneyên nebediyan li erdê hat rêzkirin û hin kesan jî wêne hildan.

Di çalakiyê de rêveberê ÎHD'a Êlihê Fahretîn Asutay daxuyanî xwend û li dijî pêkanîna dij hiqûqî ya OHAL û KHK'ê nerazîbûn nîşan da û got ku di serî de girtina Zarok TV û hemû televîzyon û radyoyên muxalîf nayê qebûlkirin. Asutay destnîşan kir ku pêvajoya OHAL'ê ji armanca xwe derketiye û veguheriye pêvajoya tasfiyeye yê.

Wek her hefteyê vê hefteyê jî Asutay çîroka nebediyê bi navê Mehmet Şîrîn Maltû xwend û parve kir. Asutay têkildarî nebedibûna Maltû ev agahî dan: "Di çileyê sala 1995'an de gelek leşker, cerdevan û tîmên taybet bi ser mala Maltû ya li gundê Zêdya ya bi ser Hezoya Êlihê ve girt û ew binçavkirin. Ji bo têkiliya wî bi PKK'ê re deynîn hemû sûcdarî xistin sitûyê wî. Ji roja hat binçavkirin şûn ve malbata Maltû têkoşîna hiqûqî û ya dîtînê bi sedan car da meşandin. Li gel ku serî li meqamên fermî, leşkerî û polîsan da jî lê heta niha ji kurê xwe agahî negirtiye."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

...