Xezeba Firatê: Stasyona trenê ji çeteyan hat paqijkirin

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên QSD'ê stasyoneke trenê ya bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gav bi gav nêzî Reqayê dibin.

Şervanên QSD'ê, li baskê Bîr Heba yê pêngavê, stasyona trenê ku bi 3 kîlometreyan li başûrrojavayê gundê Qeste El-Keson û bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervan her bi pêş ve diçin.