Xezeba Firatê: Gundek hat paqijkirin, 3 gund hatin dorpêçkirin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, gundekî din ê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û dor li 3 gundan girtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li nêzî gundê Til Şar ê bi 40 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye, rêya navbera Mekmen û Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatiye kontrolkirin. Li heman eniyê, şervanan dor li gundên Til Şar, Bîr Qûrat û Mexe girtine.

Gundê Qassar ê li eniya rojhilat a Reqayê jî îro danê nîvro ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.