Xezeba Firatê: Gundê Cerwanê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, ku ji herêma Mekmen a li rojhilatê Reqayê bi rê ketin, gundê Cerwanê ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, ku ji herêma Mekmen a li rojhilatê Reqayê bi rê ketin, gundê Cerwanê ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên ji eniya Mekmenê bi pêş ve diçin, ku ev herêm weke eniya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê tê binavkirin û li bakurê Deyra Zor e, danê vê sibehê gundê Cerwanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, eniyên Mekmen û Bîr Heba ku du baskên girîng in, wê îro bigihêjin hev. Şervanan duh derbên giran li çeteyan xistibûn û gelek gund ji çeteyan paqij kiribûn.