Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!
BI DÎMEN

'Xerîb destanek bû, romanek bû'

Nûçegihan Xerîb Welat, bi çek, kamera û pênûsa xwe nîşanî tevahiya cîhanê dida bê lehengiyên Şoreşa Rojava çawa dafirin. Hevalên wî qala wî kirin.

Xerîb Welat di sala 1992'an de li gundê Sinkayê yê navçeya Şera ya Efrînê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dibistanê xwe yên seretayî û navîn li Efrînê qedand û hîndekariya xwe ya bilind jî li Fakulteya Zîreetê kir. Di sala 2012'an de bi destpêkirina Şoreşa Rojava re berê xwe da nava refên YPG'ê. Di sala 2013'an de, pêşengî ji destpêkirina karê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê re kir. Heta sala 2014'an dema şehadeta xwe jî, weke derhêner û bernameçêker, bernameya televîzyonê ya bi navê 'Cangoriyên Azadiyê' ya li ser şehîdên şoreşê, amade kir.

Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Xerîb Welat ku bi dil û çavên xwe dikeniya, bandor li ser her kesî dikir.

Di 22'ê Nîsanê roja Rojnamevaniya Kurd de li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Hevrêyê wî gotin, "Hevrê Xerîb hevalekî pêşeng, destanek bû. Em ê hêjayî wî bin."

'DI DAMEZRANDINA NAVENDA RAGIHANDINA YPG'Ê DE KEDEKE WÎ YA MEZIN HEYE'

Mervan Rojava, ku di sala 2012'a de Xerîb Welat nas kir got, "Em li eniyên şer li hev rast dihatin. Ji nêz ve me hev nas nedikir. Wê çaxê em her du jî şervan bûn. Ji bo damezrandina Navenda Ragihandinê ya YPG'ê hevalê Xerîb hate wezîfedakirin. Bi rastî jî ji bo bicihanîna vê wezîfeyê gelekî hewl da. Ji bo hevalan ji bo vî karî peyda bike, li hemû eniyan geriya. Bi derfetên gelekî kêm, Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ava kir. Berî tevlî nava refên YPG'ê bibim, min karê çapemeniyê kiribû. Ji ber vê yekê ji min xwest, ku ez jî tevlî bibim û min qebûl kir. Ji ber ku min ew hêz bi heval re dît ku dikare vî karî bimeşîne. Gelekî bi cidî nêzî karê xwe dibû.

Wî bi xwe, xebatên perwerdeyê yên hevalan dişopand Bi dehan heval ji bo xebatên çapemeniyê li hev civiyan. Wê çxê hevalên Şehîd Mazlûm Bagok, Şehîd Arîn Cûdî, Keder Revan Zagros hemû hatibûn. Em bûn ekîbek. Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ava bû. Êdî her cih qada şer bû. YPG'ê dest bi pêngavan kiribû. Ji bo şopandinê em jî diçûn hemû enî û çeperan. Wê demê, ji Til Koçer heta Serêkaniyê, Mabrûka û ji Ceza heta Şengalê em bi hev re xebitîn. Ew bi rastî jî hevrêyekî pêşeng, fermandarek bû."

'KLEŞ, KAMERA Û PÊNÛSA WÎ TIMÎ PÊ RE BÛ'

Rojava destnîşan kir, ku Xerîb Welat hem şervanek bû, hem jî rojnamevan û got, "Kleş, Kamera û Pênûsa wî timî pê re bû. Di şerê Ceza de bi roleke gelekî mezin rabû. Di wî şerî de weke Navenda Ragihandinê ya YPG'ê me bi hezaran dîmen kişand. Dikarim bêjim, hingî Ragihandina YPG'ê giştî asta profesyoneliyê. Keda hevalê Xerîb di vir de mezin bû. Ew bi xwe timî di nava şer de bû."

'XERÎB DESTANEK BÛ, ROMANEK BÛ'

Rojava anî ziman, ew 4-5 salan bi Xerîb Welat re xebitî û got, "Hevalê Xerîb bi rastî jî destanek bû, romanek bû. Em çiqasî qala wî bikin, wê têrê nekê. Ji eniya Til Koçer heta Ceza, Serêkaniyê, her wiha Kobanê û Minbicê li her cihî bû. Di Pêngava Minbicê de ji ber fîşeka doçka ji lingê xwe birîndar bûbû. Lê ev birîn li pêşiya wî nebû asteng. Me carna henek bi hev dikir û jê re digot, 'tu êdî seqet bûye, nema dikarî bike'. Wî jî digot, 'Her du lingên min biçin jî ez ê vî karî bikim û bi ser bixînim'. Bi rastî jî bi ser xist. Çawa ku rehet bû, hema tevlî Pêngava Xezeba Firatê bû. Li cihî herî dijwar û giran ê şer, paş ve gav navêt. Dîmenên gelekî girîng kişand û lehengiya şervanan ji cîhanê re ragihand. Heta kêliya dawî jî xebitî û bi lehengî şehîd bû. Em ê hêjayî wî bin û li ser şopa wî bin."

'ŞOREŞGEREKÎ MÎNAKDAR BÛ'

Bager Mordem jî got, "Hevalê Xerîb di şoreşgeriyê de hevalekî mînakdar bû" û bibîr xist, ku wî bernameya Cangoriyên Azadiyê amade dikir û daxwaza wî ya herî mezin jî danasîna şehîdan bû.

Mordem diyar kir, di sala 2015'an de ew tevlî xebatên çapemeniyê bû û got, "Wî her tim hewl dida me bi pêş bixîne. Gelekî fedakar bû û ji bo hevalên xwe her tişt dikir. Rojekê em dîsa di nava pêngavê de bûn û hewa gelekî sar bû. Li cihê em lê bûn sobe tine bû. Hevalê Xerîb wê çaxê ne li cem me bû, ew li navendê bû. Piştre min dît ku ji nişka ve hatiye û sobeyek bi xwe re aniye. Min jê pirsî, bê çima sobe aniye, wî jî got, 'Min bihîst ku hevalan sar e, betaniye jî kêm û sobeya we nîne. Ji ber vê yekê min ji we re sobe anî." Mordem anî ziman, ew ê Xerîb Welat ti carî ji bîr nekin û di têkoşîna xwe de vê nîşan bidin.

'HER KARÊ XWE BI HÎS DIKIR

Hakî Bagok diyar kir, wî di sala 2015'an de li Navenda Ragihandina YPG'ê Xerîb Welat nas kir û anî ziman, kengî moralê wî xera dibû yan jî zehmetî dikişand, yekser Xerîb Welat moral dida wî.

Bagok got, "Hevalê Xerîb dema ku salek bernameya Cangoriyên Azadiyê qediya hat ji me re got, 'Tam 52 dayikên min çê bûn'. Bi rastî jî di her beşa bernameyê de diçû cem malbata wê/î şehîdî û 2-3 rojan li gel wan dima, ew nas dikir û bi vî rengî agahî li ser şehîd digirt. Bi vî rengî di nava salekê de li cem 52 malbatan ma û ji cîhanê re qala şehîdên me kir. Bi ti awayî bi teknîkî nêzî xebatên ragihandinê nedibû. Hîs dikir û bi vî rengî karê xwe dikir."

Bagok destnîşan kir, ku ew ê gelekî bêriya wî bikin û got, "Lê soza me ji bo wî ye, ku em ê bi şehadeta wî re hê xurtir bibin."

'BERIYA XWE, LI HEVALÊN XWE DIFIKIRÎ'

Welat Dara ragihand, jiyana Xerîb Welat her tim têkoşîn bû û got, "Di jiyanê de gelekî bi îstiqrar bû. Gelekî dilnizm û kedkar bû. her tim hewl dida tiştekî hînî hevalên xwe bike û ji wan hîn bibe. Berî xwe li hevalên xwe difikirî."

Dara destnîşan kir, ku Xerîb Welat bi çend gotinan dikarîbû moral û motîvasyonê bi mirovan re bafirîne û got, "Êdî em ê wê hêza ku wî daye me, hîn bêhtir li dora xwe belav bikin."