Xelkê Qendîlê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Li quntarên Çiyayê Qendîlê, salvegera damezrandina PKK'ê ji aliyê gel ve bi çalakiyan hate pîrozkirin.

Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê ji aliyê xelkê Binarê Qendîlê ve şeva Yekşemê bi dadana agir hate pîrozkirin.

Şêxe Mûhammed beriya pîrozbahiyê axivî û got, "Damezrandina PKK'ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê meşale ye."

Mûhammed got, "Dagirkeran ji bo femirandina vî agirê şoreşê gelekî hewl dan, lê belê bi ser neketin. Şoreşa PKK'ê her xurt dibe. Şervanên azadiyê li hemberî dagirkerî û dijmin li ber xwe didin. Li gel teknîk û çekên kîmyewî jî nekarîn îradeya gerîla bişikînin."

Di pîrozbahiyê de govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin teqandin.