Xelîl: Tirkiye wê li Sûriyeyê malikê li xwe bişewitîne

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl 'operasyon'a dewleta Tirk a Cerablûsê ji ANF’ê re nirxand.

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl 'operasyon'a dewleta Tirk a Cerablûsê ji ANF’ê re nirxand.

Rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir, 'operasyon'a Cerablûsê ya Tirkiyê wê malikê li Tirkiyê bişewitîne û bang kir ku gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk ên dinyayê rabin ser piyan.

Xelîl got, "Ev operasyona di ber hin bazaran de bi destûra Rûsya, Sûriyê û Îranê çêbûye, dîsa teqez e ku DYA ev qebûl kiriye" û bi berdewamî dengê xwe li Tirkiyê kir û got, "Tirkiye ku dixwaze agirê ku li Sûriyeyê vêxistiye geş bike, wê malikê li xwe bişewitîne."

'DI KONSEPTA DIJ KURD DE BÛNE YEK'

Xelîl diyar kir, şêwaza birêveberiya şerê Hesekê yê ku hefteyekê dom kir û ji ber şêwaza rejîmê û Tirkiyê di vê maweyê de bi kar anî, hêzên statûkoparêz li gel têkiliyên wan ên derbxwarî jî, dîsa bi konsepteke dij Kurd bi hev re tev geriyane û got, "Tê fêhmkirin ku hevdîtinên dîplomatîk ên Tirkiyê yên piştî 15’ê Tîrmehê yên bi Israîl, Rûsya, Rejîm, Îran û Emrîkayê re, heye deverekê encam standine."

Xelîl got, "Tê zanîn ku Tirkiye DAIŞ bi xwe ye û li ser zemîna ku Kurd statûyekê bi dest nexin di navbera DAIŞ û komên din ên çete de nobet bi hev hatin guhartin" û bi berdewamî Xelî wiha pê de çû, "Guman heye ku Rejîm, Rûsya, Îran ji bo ku Tirkiye muxalîfên li Helebê bêbandor bike hatine razîkirin. Bi taybetî jî bêyî qanihkirina Rûsyayê ji ber sedema qada hewayî tê zanîn ku Tirkiye nikare têkeve Cerablûsê. Tê zanîn ku Emrîka ya ku bi bi hêzên Kurdan re li hemberî DAIŞ’ê di nav koalîsyona hevpar de ye, di navbera Kurdan û Tirkiyê de polîtîkaya hevsendê dimeşîne, berjewendiyên wê çi hewce bikin wê dike."
 
'WEKÎ KU DI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DE ROLA XWE DILÎZIN'

Xelîl diyar kir, di rewşa heyî de tifaqa di navbera hêzên statûkoparêz de Peymana Edene ya 1998’an bi bîr tîne û got:

"Piştî vê peymanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê hate derxistin û Komploya Navneteweyî bi fiîlî hate destpêkirin. Li vir rola Emrîka û Rûsyayê rasterast ne weke ya di nav pêvajoya komploya navnetewî de be jî, bicihbûna wan di nav tevgera dijî Kurd de, diyar dike ku zêde jî ne dûrî vê rolê ne, di vê pêvajoyê de. Nexasim rola PDK’ê bêhî ku ji ya berê cihê be, weke hevkarekî sondxwarî yê Tirkiyê dîsa derdikeve holê û tabola temam dibe."

Lê divê neyê ji bîrkirin, Kurd û gelên herêmê ji berê pir xurttir in. Tekane hêza ku li Sûrî û Iraqê- ku bûne weke pizotên êgir- DAIŞ  paş ve xistî Kurd in Tirkiye Cerablûsê dorpêç bike jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG,YPJ jî di nav de ne, wê teqez du kantonan bike yek, Babê azad bike û di vê rewşê de jî hebûna çeteyî ya Tirkiyê ya li Cerablûsê wê bêwate bibe. Gotina Berdevkê Ragihandinê yê YPG’ê yê bi rengê, 'Em ê hêzên xwe ji Rojavayê Firatê nekişînin. Di vê rewşê de çi hêzek nikare vî tiştî ji me bixwaze' nîşaneya biryardariya vê ye."

Her wiha û belkî jî ya herî girîng ew e ku li Sûriyê ya ku Tirkiyê û Rejîma BAAS ew dane ber êgir û şewitandine, tekana xwedanê projeya çareseriyê ya ku xwe dispêrê gelên herêmê Kurd in û gelê Sûriya Bakûr in. Serketina ku Şoreşa Rojava li hemberî Tirkiyê, DAIŞ’ê û komên din ên çete ango li hemberî êrîşên PDK’ê û ENKS’ê  nîşan dayî, ispata vê ye. Di pêşengtiya Kurdan de gel û hêzên parastinê, ji Federalîzma Demokratîk bawer dikin û dixebitin.

'KU TEVGERÎNEK ÇÊBIBE DESKETIYÊN KURDAN DIKARIN ZÊDETIR BIBIN'

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, li şûna ku li bendê bin ku DYA û Rûsyar helwestekê nîşan bide, divê gelên Tirkiyê û Sûriyê, hemû derdorên demokratîk ên dinyayê ji bo siberoja xwe tevbigerin û wiha pê de çû, ‘’Bi van polîtîkayan ne berxwedana Kurd û ne jî Şoreşa Rojava wê nikaribe were qedandin, agirê li Sûriyê wê geştir bike û Tirkiye her roj wê zêdetir bişine Sûriyê. Lê di rewşeke wiha de destkeftiyên Bakurê Kurdistanê wê ji destkeftiyên Tirkiyê zêdetir bin, ku yeke yek neşibe hev hî ji mînaka Rojava mirov bi rehetî dikare vê bibîne."