Xalên agirbesta Hesekê hate ragihandin

Piştî şerê 7 rojan ku li Hesekê bi êrîşên hêzên rejîmê re destpê kirin, agirbestek ji 5 xalan pêk tê hat îlankirin.

Piştî ku başûrê Çemê Xabûrê bi temamî hate rizgarkirin rûspî, eşîreyên herêmê û hin dewlet ji bo sekinandina şer ketin nava hewldanan. Ji ber vê yekê duh bi şev saet di 02.00 de agirbest hate îlankirin. Xalên agirbesta ku îro saet 02.00’yan de hat îlankirin, wiha ne:

1- Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, wê ji nava bajar derkevin. Her wiha hêzên YPG’ê wê cihên ku di şerê 7 rojan de ji hêzên rejîmê paqij kirine, rasdestî Asayîşê bikin.

2- Her du alî wê dîl û birîndaran serbest berdin.

3- Rêyên ku ji ber şer hatibûn girtin, wê ji nû ve werin vekirin.

4- Rewşa komên çekdar ên girêdayî rejîmê yên wekî Dîfa El-Wetenî wê di ber çavan re bên derbaskirin.

5- Karmendên (memûr, muwezif) ku ji kar hatine derxistin, wê dîsa vegerînin ser karên xwe.

Li bajarê Hesekê di nava 7 rojên dawî de, di navbera şervanên YPG/YPJ, Asayîş/Hêzên Parastina Civakî û hêzên rejîma El-Baas, çeteyên wê, hêzên Îranî û Hîzbûllah a Lubnanê de şerekî dijwar hebû. Hêzên YPG û Asayîşê di van rojan de gelek nuqteyên girîng û stratejîk rizgar kirin.