Wêneyên mala li Wanê ya înfaz lê hat kirin

Polîsên Tirk ên li navçeya Artemêtan a Wanê avêtin ser malekê, 2 kes înfaz kirin. Şahidan gotin, polîs yekser ketine nava xanî û gule reşandine. Wêneyên vê malê bi dest ketin.

Li navçeya Artemêtan a Wanê, polîsên Tirk nîvê şevê avêtin ser malek li taxa Sîpanê û yek jê jin 2 kes înfaz kirin. Piştî bûyerê welatiyê bi navê Saît Akbaş hat binçavkirin.

Şahidan qala înfazê kirin û gotin, polîs bêyî ku hişyariyekê bidin yekser ketine nava malê û dest bi gulereşandinê kirine. Şahidekî nexwest navê xwe eşkere bike got, "Bi qareqar, sixêf û sirûdên dengê wan ji maşînên zirxî dihatin, ketin hundirê malê. Bêyî ku hişyariyekê bidin, hema yekser ketin hundir û gule reşandin."

Cenazeyên du kesên hatin qetilkirin rakirin mora Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê.

Polîsên Tirk hê jî li taxa Sîpanê davêjin ser malan.

...