Wêneyên çalakiya sabotajê ya li Şemzînanê hatin weşandin

Gerîlayên HPG'ê, li herêma navbera qereqolên Bêzelê û Bêdewê yên navçeya Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî de roja 18'ê Gulanê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û wêneyên vê çalakiyê weşandin.

Gerîlayên HPG'ê, li herêma navbera qereqolên Bêzelê û Bêdewê yên navçeya Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî de roja 18'ê Gulanê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û wêneyên vê çalakiyê weşandin. Dîmenên vê çalakiyê kêlî bi kêlî ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hat kişandin.

Wêneyên ku ji aliyê çavkaniyên HPG'ê ve hatin weşandin, daxuyaniyên Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk ku dibêjin, "Maşînên me yên Kîrpî li hemberî mayînan serketî ne û tiştek bi wan nayê" pûç dikin.

Li ser vê çalakiya sabotajê, HPG'ê beriya niha daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, di encama vê çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Geverê hat lidarxistin de 5 leşker hatine kuştin, 8 leşker birîndar bûne û dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên HPG'ê wergirtin, dîmenên çalakiyê jî wê piştî demeke kin di Gerilla TV de bên weşandin.

...