Wêneyên balafira li Garê ket xwarê

Parçeyên balafira li herêma Garê ji ber sedemeke ne diyar ket xwarê, hatin dîtin. Cihê ku balafir lê ket, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin.

Balafirek duh êvarê saet di 19:00 de li herêma Zapê agir pê ket, li herêma Garê ket xwarê.

Balafirên şer ên Tirk, herêma balafir lê ket bombe kirin.

Nûçegihanên me danê sibehê çûn cihê bûyerê û enqaza balafirê ya hûr bûye û piraniya parçeyên wê ketine binê axê, dîtin.

Modela vê balafirê nehat tespîtkirin. Her wiha nehat zelalkirin bê balafir ketiye xwarê yan jî ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.

...