Welatiyên Şengalê: Em gemar û qirêjî li ser xaka Êzdîxanê naxwazin

Li hemberî dagirkirina xaka Şengalê, gelên ku li Şengalê dijîn nerazîbûnên xwe anîn ziman û bi yek dengî gotin em ti gemar û qirêjîyê li ser axa Êzidxanê naxwazin.

Welatiyên gundê Şorka yê girêdayî Şengalê li dijî dagirkirina axa Êzîdxanê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin kesên ku hatîne axa Şengalê dagirdikin ne ji bona parastina xaka Êzîdxanê hatîne û wê li hemberî wana berxwedaneke mezin nîşan bidin.

ʹDIVÊ HEMÛ ÊZIDÎ LI WELATÊ XWE XWEDÎ DERKEVINʹ

Şêxê gûndê Şorka Îdo Pîso da diyar kirin ku ew hêza hatiye herêmê bi ti awayî eleqa wê bi pêşmergeyan ra nîne û wiha got: “Em qebûl nakin xaka me dagir bikin. Kesên ku êrîşê Êzîdîya dike ew bi xwe terrorist in, ew DAIŞ in. Em naxwazin carekedin fermanek bi serê gelê me ve were. Em bang li hemû Êzîdiyan dikin ku cardin li welatê xwe xwedî derkevin û terka xaka xwe ya pîroz nekin.ʺ

‘EM SERÊ XWE LI HEMBER TI ÇETEYAN NA TEWÎNIN’

Dayîka bi navê Pakîze Celal jî bal kişand ser yekîtiya gelê Êzîdî û got: ʺDivê Êzîdî bibin yêk. Êzîdî hemû bi vê yêkê nerazîne ku ev çete li ser axa me bi cih bûne. Di fermanê de keç û jinên me dîl girtin, ew cardin dixwazin vê yêkê berdewam bikin û fermanekê din li ser serê me bînin. Yên ku fermana 73ʹya li ser serê me pêk anîn, dixwazin xaka Şengalê dagir bike, heman hêz e. Tenê cil û bergê xwe gûhertîne. Lê em serê xwe li hemberî wan çeteyan jî na tewînin. Em ê yêkîtîya xwe mezin bikin û berxwedanê bilind bikin.”

Pakîze Celal behsa pêşengtîya jinan a di dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin kir û ev tişt anî ziman: “Em ji ti kesî re qebûl nakin ku axaftinek li ser dayikên me bikin. Bila her kes mil bide milê dayikan û bi hev re berxwedaniya xwe mezin bikin. Dema dayikan ew xendek bi axê ve tijî dikirin, her kesî dît ku bi pêşenktîya jinan wê şoreş mezin bibe û serkeftin pêk were.ʺ