BI DÎMEN

Welatiyên Sebah El Xêr: Hatina QSD'ê ji bo me cejn e

Gundiyên Sebah El Xêr bi van gotinan pêşwaziya şervanên QSD'ê kirin, "Em heya niha mirî bûn, hûn li ku bûn. Çima hûn ewqas dereng man. Çavê me li rêya we bû. Ev çend sal in em benda we bûn. Hûn bi zorê hatin. Xwedê ji xwe re alîkar be."

Pêngava Xezeba Firatê, bi 3 baskan ve bi rengekî serketî didome. Şervanên Odeya Çalakiyê ku ji baskê 3. ê ji Mekmenê bi rê ketin, di nava 3 rojan de bi 20 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Piştî rizgarkirian gundê Çewisê, berê xwe dan gundê Sebah El Xêr. Gundê Sebah El Xêr bi 70 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê ye û ji bo DAIŞ'ê çeperek stratejîk bû. Şeva 19'ê Sibatê sat di 6'an de li vî gundî di navbera şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyên DAIŞ de şerek dijwar qewimî. Di encama vî şerî de gund ji DAIŞ hat paqijkirin. Piştî ku şervanan bu giştî ewlekarî hilda bin kontrola xwe, gundiyên Sebah El Xêr vegeriyan gundê xwe. 

Dema ku gundî vegeriyan gundê xwe û li wir şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê dîtin, nizanîbûn bê bi çi rengî kêfxweşiya xwe diyar bikin.

Jina bi navê Şeyma ya ji vî gundî wiha dibêje, "Dema ku me cilê reş li xwe nedikir, wan zilamê me dibirin dikirin zîndanê. Sixêf li me dikirin, li me didan. Îro hûn hatin gel me em pir kêfxweş in. Ji tirsa wan me nikaribû em tiştekî bikiriba. Em li mala xwe weke di zîndanê de bûn."

'ÇAVÊN ME LI RÊYA WE BÛN'

Gundiyek temen mezin dema ku şervan dît, bi dilşewat xwe berê xwe da wan û got, "Em heya niha mirî bûn, hûn li ku bûn. Çima hûn ewqas dereng man. Çavê me li rêya we bû. Ev çend sal in em benda we bûn. Hûn bi zorê hatin. Xwedê ji xwe re alîkar be. Wan pir zilm li me kirin. Nedihiştin jinên me derkevin derve, ji neçarî cilên reş li xwe dikirin. Dema me jî tiştek dikir em digirtin. Kirasê me kurt dikirin. Em mabûn li benda we, hûn jî dereng hatin. Tenê hêviya me QSD bû. Îro QSD’ê roj li me kir cejn."  

Şêniyekî din ê gund dibêje; "QSD’ê em rizgar kir. QSD gelek ji me re baş e. DAIŞ pir pîs bû. Hûn çi xirabî bêjin hemû gel DAIŞ hebû. Ev saleke ez benda we ma bûn. Dema ku min li nûçeyan guhdarî dikir, digotin, 'QSD ewqas bi pêş ketiye, ewqas cih rizgar kiriye'. Ez li ber xwe diketim. Min digot, ':ima xwe nagihînin me'. Ez hêvî dikim ku hûn heya Şamê biçin. Ez dizanim ku ew biçin ser heyvê jî hûn ê pey wan biçin. Êdî em pir kêfxweş in. Keçên me wê êdî li şûna van cilên reş cilên sor, spî reng û reng li xwe bikin. Em ê bi kêfxweşî îro ji xwe re mirîşkekî çê bikin, bi salane cara yek em bi rehetî cixarê dikişînin. Yekî nikaribû tiştekî bikiriba hema serê wan jê dikirin. Dema ku me cixare dikişand wan cixare di destê me de ditefandin. Îro eyda me ye, em ê vê pîroz bikin." 

Gundiyekî din dema ku kamera dît, di destpêkê de silavên xwe ji malbata xwe û ji mamosteyê xwe re şand. Ew jî bi kêfxweşiya xwe ji zarok û hemû gundiyan re dibêje, "bikenin, kêfxweş bibin îro eyda me ye. Hevsera min nikaribû cilek li xwe bikiriba. Gelek caran ez girtim avêtim zindanê. Ez reviyam lê nasnameya min di destê wan de ma." 

Dayikek bi temen jî bi kêfxweşî li çepikan dide û ji şervanan re dibêje, "Ev çepik ji bo we ne. Ez bi hatina we pir kêfxweş bûm."