BI DÎMEN

Welatiyên Qendîlê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a ku duh li dijî herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin, ji aliyê welatiyên Binarê Qendîl ve bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk carkî din dîsa herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûma kirin. Di encama bomberdûmana li gundên PîrDeşal û Zergelê yên herêma Binarê Qendîlê, ziyanekî mezin gihişte jîngehên welatiyan. Ji ber bomberdûman li herêmê torên elektirîkê ziyanekî mezin dît û ji ber vê yekê li gelek gundên li herêma Binarê Qendîlê ji duh ve elektirîk qût bûye.

Welatiyên Binarê Qendîlê îro di saet 14:00’an de li gundê Pîrdeşal ê ku hatiye bomberdûmankirin kom bûn, êrîşên balafirên artêşa Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

‘DEWLETA TIRK NIKARE ME BITIRSÎNE’

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şoreşgerên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û şûnde, Hevşaredarên Binarê Qedîl Mihemed Hesan û Emîne Mihemed Ebdullah axaftin kirin. Hesen destpêkê êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a di nava van 2 salên dawî de bi taybet li ser herêma Binarê Qendîlê tê kirin şermezar kir. Hesen wiha got: “Şehîdgeh, dibistan, jîngehên sivîlan tên bomberdûmankirin. Dewleta Tirk bi van êrîşan nikare gelê Qendîlê bitirsîne. Gelê Başûrê Başûrê Kurdistanê xwedî li welatiyên Qendîlê derdikevin.”

Hesen bibîr xist ku beriya niha ji bo piştgiriyê bidin Qendê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ji Pêşmergeyên Dêrîn bigire heta Tevgera Ciwanê Başûrê Kurdistan û Nûnerên Tevgara Jinan hatibûn Qendîlê daxuyanî dan. Hesen wiha anî ziman: “Ji niha û şûn ve wê Gelê Başûrê Kurdistanê piştgirî bide têkoşîna Qendîlê û her çar parçeyên Kurdistanê.”

‘ERDOGAN BI SER NAKEVE’

Hesen diyar kir ku wê 16’ê Nîsanê li Tirkiye referandûmek bê lidarxistin, Erdogan dixwaze bi vê referandûmê de diktatoriya xwe saxlem bike, lê bi ser nakeve.

Hesen destnîşan kir ku divê hikûmeta herêmê û rayedarên partiyên siyasî li dijî êrîşên dewleta Tirk û dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bertekên şênber nîşan bide.

Ebdullah jî axivî û diyar kir ku çiqas asta êrîşê dijwar jî bibin wê qet Qendîlê ber nedin. Ebdullah li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.

Gelê Binarê Qendîlê bi dirûşmên “Bimre Faşîzim, Hilweşe Rejîma Erdogan” û “Bijî Serok Apo” dawî li çalakiya xwe anîn.

Artêşa Tirk 17’ê Sibatê Şehîdgeha Mehemet Karasûngûr a li herêma Qendîlê bomberdûman kiribû. Duh jî gundên Pîrdaşal û Zergelê yên Qendîlê bomberdûman kiribû.

&