Welatiyên Minbîcê cenazeyên 3 şervanan veşartin

Bi merasîmekî girseyî 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li rojavayê bajêr jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê li pêşiya nexweşxaneya Firatê ya bajêr kom bûn, cenazeyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Kenan (Ehmed Minbic), Mele Ehmed (Mele Minbic) û Yûsif Merto (Şiyar Tirkmenî) ên ku li bajaroka Erîma ya 25 km dikeve rojavayê bajarê Minbicê şehîd bibûn, wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve, ketin rê.

Merasîmekî leşkerî ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê ve li goristanê hat lidarxistin. Piştre Endama Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Emîra Mihehemd axivî û got: "Şervanên azadiyê ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda kirin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber Îbrahîm el-Qeftan jî di axaftina xwe de diyar kir bi teqez yê serbikevin wê em bin.

Piştî axaftinan cenazeyê her 3 şervanan hatin veşartin.