BI DÎMEN

Wekîlê Iraqî Davûdî: Zebarî rayeyên xwe ji bo berjwendiya xwe dixebitand

Wekîlê Iraqê yê YNK’ê Davudî lêpirsînên ku bûne sedem destlênedana du wezîran rabe weke "bicihanîna destûrê"’ nirxand.

Davudî diyar kir, ew piştgiriyê didin ku Zebarî yê PDK’yî ji peywirê hate girtin û got, vî şexsî rayeyên xwe ji bo xwe û derdora xwe ya nêzîk bi kar aniye.

Wekîlê Iraqê yê YNK’yî Şivan Davudî têkildarî rakirina destlênedana du wezîran ji ANF’ê re axivî û got ew destekê didine lêpirsîna gendeliyê. Davûdî got, wî dengê "erê" daye ku rayeyên Wezîrê Parastinê û Wezîrê Aboriyê ji dest wan were girtin û diyar kir, têkildarî Wezîrê Karê Derve jî îdîayên giran hene. Davûdî got, heke li parlamentê nikaribin bersivên ku mirov qanih bikin, bidin, ew ê ji bo wan jî dengê erênî bi kar bîne.

'PARLAMENTO NIHA LI GORÎ DESTÛRÊ DIÇE'

Davûdî diyar kir Parlamentoya Iraqê di demên dawî de zagonan dide xebitandin û got, "rakirina destlênedanê ya ji bo hin kesên di parlamentoyê de û vekirina rêya li ber lêpirsînê bi vê re têkildar e."

Davûdî diyar kir wan destek daye pakêta reformê ya Serokwezî Haydar Ebadî ku par hatibû ragihandin û got, ji ber ku Ebadî reform dereng da xebitandin parlamento bû du şiq. Davudî got piştî ku bertek ji gel jî hat ji ber vê sedemê Nîsana bihurî parlamento kete tatîlê. Davudî got encex bi biryara Dadgeha Iraqê ya Federal encex parlamento dîsa dikar sazkar bibe.

Davûdî wiha pê de çû: "Piştî normalbûnê hemû parlamenter hemfikr in ku parlamento li gorî yasayên normal were xebitandin. Piştî ku wiha bû parlemento bû ew cih ku bala gel jî çû serê. Piştre parlamento dîsa dest bi reforman kir. Di nav vê çarçoweyê de rewşa wezîran li gorî zagonan dîsa hate nirxandin. Di encama vê de rayeyên wezîrê parastinê û ekonomiyê ji dest wan hate standin. Niha jî rewşa Wezîrê Karê Derve tê nîqaşkirin, têkildarî wê xebat têne kirin.

Eşkere ye ku reform bi sloganan nabin, bi kirinên pratîk dibin. Ji bo vê jî rêya herî rast xebitandina zagonaan e. Wezîrê Parastinê diyar kir welat bi DAIŞ’ê re di nav şer de ye û ne rast e ku ji peywirê were girtin. Lê di parlamentoyê de me got şer nabe hincit ku gendelî were kirin. Kê gendelî kiribe divê têkildarî wî biryar bikaribin werin standin. Min jî got, 'Li Kurdistanê şer heye lê wezîrê pêşmerge şer nake, ê şer dike pêşmerge ye'. Ev rewş li Iraqê jî wiha ye, ê şer dike ne tu yî, leşker e. Li şûna te jî hin kes dikarin vî karî bikin."

'ZEBARÎ PEYWIRA XWE NE QENC BI KAR ANÎ'

Davûdî got, li Iraqê têkildarî Hoşyar Zebarî ku ji lîsteya PDK’ê Wezîrê Aboriyê bû ramanên negatîf hene û wiha pê de çû:

"Ji dema ku Seddam hilweşiyayî ev zilam li Iraqê wezîr e. Gel di vê demê de gelekî hewl da ku reform werin kirin. Lê ev kes nebû bersiv ji hewldanan re. Bi vî awayî li dijî  Zebarî bertek zêde çêbûn. Ji bo vê jî dema ku li parlementoyê dema ku rewşa wî hate nîqaşkirin min ne weke Kurdekî lê min miemeleya wekîlekî pê re kir. Ji ber ku 12 pirsên ku jê hatin pirsîn ne têkildarî Kurdan bûn û wî jî nekarî bersivên ku mirov qanih bike, bide. Wezîrê Aboriyê bû lê nekarî bersivê bide bê ka çima meaşê pêşmergeyan nade. Mînak ji bo Kerkûkê tiştek nekiriye. Jixwe pirs jî têkildarî vê nehate pirsîn. Pirs bêhtir li ser wê bûn ku karê xwe di rêya nebaş de kiriye. Li ser wê bûn rayeyên xwe ji kirinên ne baş bi kar dianî û xizmet ji kesên nêzî xwe re dikir. Ji bo vê jî min jî xwest ku ji peywirê were girtin. Mînak ez wekîlê Kerkûkê me û li gel ku Kerkûk ji hêla aborî ve girêdayî Iraqê jî bû û gelek caran ez lê geriyam jî bersiv neda telefonên min."

Têkildarî berteke PDK’ê ku ji bo ji peywirgirtina Zebarî gotibû ev ‘’biryareke siyasî ye’’ Davudî got, "PDK dibêje Zebarî bi biryareke siyasî ji peywirê hate girtin lê ew wezîrê hikûmetê ye. Heke ew siyasî be, PDK çima ji bo lêpirsîna Wezîrê Karê Derve îmzeyê nade. Ji ber ku beriya niha Zebarî jî wezîrê karê derve bû û bi lêpirsînê ditirsin ku li ser wê demê jî lêpirsîn were vekirin. Ji bo vê jî naxwazin lêpirsîn dest pê bike."

'EZ Ê JI BO WEZÎRÊ KARÊ DERVE JÎ DENGÊ ERÊ BIDIN'

Davûdî herî dawî got, "Min deng ku Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji peywirê were girtin. Ji ber ku îdîayên giran hene ku ev kes karê xwe ne baş dixebitîne. Ew jî rayeyên xwe ji partî, şexs û nasên xwe bi kar tîne. Îdîayên wiha giran hene. Heke bersivên têrkar têkildarî van pirsan bide ez ê dengê xwe bidim ku li ser kar bimîne heke nikaribe bersiveke têrkar bide ez ê dengê xwe bi awayekî dî bi kar bînim."

 

...