'Wê NA bibe gava destpêkê ya jiyaneke nû'

Nivîskar û Rojnamevanên li Wanê, destûra bingehîn a AKP/MHP'ê ku wê di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî referandûmê were kirin nirxandin û gotin, "Dengê NA, wê gava destpêkê ya jiyana nû be."

Nivîskar û Rojnamevanên li Wanê, destûra bingehîn a AKP/MHP'ê ku wê di 16'ê Nîsanê de pêşkêşî referandûmê were kirin nirxandin û gotin, "Dengê NA, wê gava destpêkê ya jiyana nû be."

Nivîskar Kahir Bateyî diyar kir ku ji destpêka komarê heta niha pergala Tirkiyê li ser îmha û înkara gelên Kurdistanê hatiye avakirin. Bateyî da zanîn ku di 12’ê Îlona 1984’an de komarê xwest bi guherîna qanûnê bi giştî Kurdan tine bike û wiha axivî: "Di sala 1980 û 1984’an de Kurd hatin kuştin, qetilkirin, çand û nasnameya wan qedexe kir jî, lê bêlê dîsa nekarîn gelên Kurdistanê tine bike. Kurd di encama şerê 40 salan de bûn xwedî têkoşîn û Kurd di seranserî cîhanê hatin naskirin. Lê belê niha dixwazin bi rejîma şexsekî dengê Kurdan ji Rojhilata Navîn bibirin û wan bixin nava bêdengiya wan a ji beriya 40 salan."

'ERÊ' SERDEMA KOASÊ YE

Bateyî anî ziman ku AKP û MHP bi guherîna Destûra Bingehîn dixwazin kiryarên di salên 80’an de dixwastin pêk bînin û nekarin pêk bînin, di vê serdemê de bi cih bînin. Bateyî bal kişand li ser referandûma 16’ê Nîsanê jî û wiha pê de çû: "Eger di referandûmê de 'Erê' derkeve wê Tirkiye ber bi kaosek mezin ve biçe. Beriya ku pergala serokatiyê têkeve dewrê bayên wê li Kurdistanê xwe da der. Bajarên Kurdan hatin xerakirin, qadên jiyanê yên Kurdan hate tinekirin, saziyên çandê, ragihandin û perwerdehiyê hatin girtin. Di rastiyê de 'Erê' ji bo Kurdan mal xerabî ye. Ji xwe sîstema niha kembax bû, eger ev sîstema serokatiyê têkeve dewrê jî wê bibe kembaxa kembaxan. Divê ji bo vê yekê gelê Kurd di asta herî jor de bêje 'Na'. Wê gava destpêkê ya jiyaneke nû jî 'Na' be. Ji bo vê yekê divê li her aliyê welêt ji bo pêngava 'Na' bixebite û têbikoşin."

'DESTHILATDARIYA ŞEXSÎ WÊ TIRKIYEYÊ TÊXE NAVA TALÛKEYÊ'

Nivîskar û Rojnamevan Adil Harmanci jî da xuyakirin, ku eger di referandûmê de 'Na' derkeve wê AKP bibe du parçe û wiha axivî: "Ji bo sîstema demokratîk li Tirkiyê bikeve dewrê û sîstema parlamenteriyê bê xurtkirin divê gelên Kurdistan û Tirkiyê bi dengekî herî xurt bêje 'Na'. Eger 'Na' derkeve dibe AKP têk biçe û bibe du parçe. Ji xwe veqetandina ji AKP’ê ji aliyê gelek AKP’iyan ve jî tê nîqaşkirin û ez jî di wê baweriyê de me. Rêveberina welatekî gelek bi îdiaye, li Tirkiyeyê jî şexsek nikare welat bi rê ve bibe û wê di vê projeya xwe de jî bin bikeve. 'Erê' derbikeve jî Tirkiye dê bikeve talûkeyek mezin. Dema li Tirkiyeyê desthilatdarî têkve destê şexsekê, gelo wê weke dîktatorên weke Seddam û Qedafî be! Yan jî wê weke sîstemek ya welatên Ewropa be. Li Tirkiyeyê desthilatdarî têkeve destê şexsekî wê desthilatdariya xwe bi rengekî nebaş bikar bîne û wê hemû welatên Ewropa jî li dijî vê yekê derkevin."

'NA' WÊ BIBE SERDEMEK NÛ

Harmanci da zanîn, ku wê dengê 'NA' bi kar bîne û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Li Tirkiyeyê rêvebirina welat ji aliyê kesekî ve gelekî zehmet e. Di referandûma 16’ê Nîsanê de, 'Na' derkeve wê li welat demokrasî bê axaftin. Lê belê eger 'Erê' derkeve wê li welat hemû rêyên azadî û demokrasiyê bên girtin. Bêguman di sîstema Erdogan de demokrasî tine ye. Li gorî min 'Na' wê bibe serdema jiyanek nû li Tirkiyeyê."

RAGIHANDINA YEK ŞEXSÎ

Rojnamevan Bekir Guneş jî got, di referandûmê de 'Erê' derkeve wê li tevahiya Tirkiyeyê ragihandina şexsî were pêşxistin û wiha got: "'Erê' dê hişmendiya heştê salan biqedîne û wê li dewsa wê sîstemek nû bê avakirin. Dema ku em li propagandeya AKP û Erdogan dikin, tê xuyakirin ku dixwazin sala 2023’an têxin dewrê hişmendiya Îmam Hatîpan. AKP dixwaze hişmendiya Îmam Hatîpan li tevahiya Tirkiyê serwer be. Eger di referandûmê de 'Erê' derbikeve çawa ku Erdogan ji beriya niha digot, 'yek welat, yek al û yek ziman' wê ji niha vir de jî tenê ragihandinek yek şexsî derkeve holê. Di vê rewşê de wê hemû saziyên ragihandinê yên muxalîf bên girtin. Çawa ku ji beriya niha rojnamevan Îrfan Degirmencî got, ez dibêjim 'Na' û ji kar hate derxistin, wê tevahiya Tirkiyeyê wiha kontrol bike. Bi vê sîsemê re wê hemû ragihandina Tirkiyeyê nûçeyên bi dilê Erdogan û AKP’ê servîs bike. 'Erê' wê bibe sedema qutkirin hemû dengên azad."

Guneş nerazîbûn nîşanî gotinên, 'kesên dibêjin NA terorîst in' da û wiha got: "Hê DAIŞ'ê ti daxuyanî nedaye û negotiye em ê bijin 'NA'. Tê xuyakirin ku DAIŞ’ê wê bêje 'Erê'. Gelo kesên dibêjin 'Erê' jî terorîst in. Ji bo hişmendiya yek şexsî divê di her alî de gelên Tirkiyeyê bi dengê xurt bêje 'Na'."