Wê gelê Şaxê bîrdariyeke nû çêbike

Li Şaxê bîrdariya gerîlayên ARGK’ê û goristan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin. Hevşaredar Kewe diyar kir ku dest bi çêkirina bîrdariyeke nû kirine.

Piştî herêma Kelah a girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê wek “herêma ewlekariya taybet” hat îlankirin, bîrdariya Ronahî (Andre Wolf) a aîdî gerîlayên ARGK’ê û goristana gerîlayên PKK’ê bi operasyona hewayî ya artêşa Tirk hat xerakirin. Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk, mizgeft, mêvanxane, mutfeq û goristan xera kirin. Li ser vê gelê Şaxê dest bi çêkirina bîrdariyeke nû kir.

'DEST DANE HESTIYÊN DI NAV BÎRDARIYÊ DE JÎ!'

Hevşaredara Şaxê Evîn Kewe, têkildarî mijarê wiha axivî: "Berî niha bi 3-4 rojan piştî sewqiyateke zêde ya bi helîkopteran li hemberî bîrdariyê operasyoneke mezin hat kirin. Êrîşa li hemberî goristanan stratejiyeke pergalê ye ya li hember herêma Kurdistanê ye. Li herêma tê behskirin bîrdariyek heye. Li hemberî bîrdariya hestiyên Andre Wolf û hevalên wê yên sala 1998’an li Şaxê jiyana xwe ji dest dan bi gora komî hatin derxistin, êrîş pêk hat. Ne tenê welatiyên li vir welatiyên Elman jî tên vir ziyaret dikin. Mutfeq û konên li vir jî hatine bombekirin. Dest dane hestiyên di bîrdariyê de jî. Li vir hestiyên goreke komî hebûn. Ji bo me xwedî manewiyeteke mezin bû. Lê ji bîrdariya me ditirsin. Ji hestiyên me ditirsin, em şermezar dikin û lanet dikin."

'EM Ê BÎRDARIYEKE HÊ MEZINTIR ÇÊBIKIN'

Kewe ku got: "Wek gel çiqasî xera bikin û hilweşînin em ê vir ji nû ve ava bikin” axaftina xwe wiha domand: "Em ê hê xweştir çêbikin. Li vir yek yek gor nînbûn. Li wir tenê bîrdariyek hebû. Li ku cihî gorên me yên komî hebin em ê teqez li wir bîrdariyekê çêbikin. Em ê ne wek sazî, wek gel bîrdariyeke hê mezintir ji bo Andrea Wolf û hevalên wê çêbikin. Ji bo bîrdariyeke nû me dest bi xebatê kiriye.”