Walîtî destûr nade cenazeyên şervanên YPG’ê bidin malbatan

Walîtiya Riha destûr nade cenazeyên şervanên YPG’ê Mustafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) yên li Kobanê di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bidin malbatan.

Walîtiya Riha destûr nade cenazeyên şervanên YPG’ê Mustafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) yên li Kobanê di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bidin malbatan.

Nêzîkatî û helwesta neyênî ya dewletê li hember şervanên YPG’ê yên li dijî çeteyan têkoşîna rûmetê didin didome. Malbatên şervanê YPG’ê Mustafa Tûnç (Jêhat Teyî) yê 25’ê Gulanê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û şervanê YPG’ê Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) yê 15’ê Cotmeha 2014’an jiyana xwe ji dest dabû, ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin çûn navçeya Pirsûs a Rihayê. Malbatên danê sibehê çû Qeymeqamtiya Pirsûsê gotin wê cenazeyên zarokên xwe ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bigirin. Qeymeqamtiyê bi sedema destûra Walîtiyê nîne wê nehêlin cenazeyan werbigirin.

Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan diyar kir ku tevî çend caran li walî geriyane jî ti bersiv nedane wan, li muşteşarê Wezîrê Karên Hundir geriyaye û wî jî gotiye civîna wan heye. Ayhan diyar kir pêkanîneke keyfî ye û bi awayekî bêhiqûqî cenazeyan nadin wan. Ayhan axaftina xwe wiha domand: “Li hember cenazeyên YPG/YPJ’yiyan kîndar û bêtehemûl in. Malbatên bi êş ji sibehê ve li vir in. Li aliyekî DAIŞ êrîş dike li aliyê din jî AKP tehemûlî cenazeyan nake.”

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Îsmaîl Kaplan ê bi malbatan re hewldanên xwe didomîne anî ziman ku wê mutleq cenazeyan werbigirin û got: “A me jî xeta me ya sor berxwedêrên me yên rûmetê ne. Bila kes sebra me neceribîne.”