Vegerîna Geverê destpê kir

Piştî daxuyaniya dê sibehê li Geverê "qedexe" bi roj bê rakirin welatiyên ku hatin koçberkirin vedigerin navçeyê. Di têketinên navçeyê de li nuqteyên kontrolê wesayît rêz bûne.

Piştî daxuyaniya dê sibehê li Geverê "qedexe" bi roj bê rakirin welatiyên ku hatin koçberkirin vedigerin navçeyê. Di têketinên navçeyê de li nuqteyên kontrolê wesayît rêz bûne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku ji 13'ê Adarê heta niha dorpêç berdewam dike piştî ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve daxuyaniya wê sibehê bi roj "qedexe" bê rakirin hate dayîn vegera malbatan jî zêde bû. Li navçeya ku wê qedexe di navbera 06.00-20.00'an de bê rakirin welatiyên ku koçî Colemêrg, Wan, Şemzînan û gundan kirin berê xwe dan navçeyê. Di têketinên bajar de rêzên wesayîtan çêbûn.

Malbatên ku destûr nayê nayîn biçin taxên Cûmhûriyet, Eskî Kişla, Gungor, Orman, Dize û Mezarlikê ku pevçûnên dijwar qewimîn jî diçin li cem xizmên xwe yên li taxên Yenîmahalle, Esenyurt û Esentepeyê dimînin.