Tûncel: Erdogan, 12 salan welat bi darbekaran re bi rêve bir

Sabahat Tûncel di Kongreya Partiya xwe ya Bajarê Bedlîsê de axivî û diyar kir ku Erdogan, 12 salan hevpar welat bi darbekaran re birêve bir.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sehabat Tûncel, di kongreya DBP'ê ya ya Bedlisê de diyar kir ku Serokkomar Erdogan 12 salan li gel darbekaran, Tirkiye bi rêve biriye û wiha got: "Yên ku îro darbekar tên bi navkirin bi destê AKP'ê hatin peywirdarkirin. Li aliyê din li dijî Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Di şexsê Ocalan de gelê Rojhilata Navîn li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin.

Rêxistina DBP'ê ya Bedlîs 3'emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Navenda Çandê ya Şaredariya Bedlisê pêk anî. Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Wekîla HDP'ê Nûrsel Aydogan, endam û rêveberên KJA, MEYA-DER, KCD, ÎHD, KURDÎ-DER, Dayikên Aştiyê û sedan kes amade bûn. Li salonê pankartên biryara têkoşîna azadî û demokrasiyê tîne ziman hatin daliqandin. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre Hevserokê DBP'ê yê Bedlîsê Enver Barîn, diyar kir ku ji bo mafê gelê Kurd bi dest bixin wê bêtir têbikoşin.

'JI 24'Ê TÎRMEHÊ HETA NIHA EM REWŞA AWARTE DIJÎN'

Wekîla HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî diyar kir ku anî ziman ku HDP û DBP di pêvajoyên pir zor û zahmet de kongreyên xwe pêk tînin û wiha got: "AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî Rewşa Awarte îlan kir. Lê em ji 24'ê Tîrmeha 2015'an de darbeya leşkerî û siyasî dijîn. Ji ber darbeyê me ji neçarî kongreya xwe pêk anî."

 TÛNCEL: EM NE XERÎBÊ VAN TIŞTAN IN

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî anî ziman ku ev bûyer û pêkanînên li Tirkiyeyê ji bo wan ne tiştekî nû ye. Tûncel, anî ziman ku di komkujiya li Kurdistanê de 4 rêveberên DBP'ê yên navendî hatin qetilkirin û Hevserokê wan Kamûran Yuksek hat girtin. Tûncel, da zanîn ku ev kongreyên wan ji bo avakirina jiyana nû ye. Tûncel, bilêv kir ku li Tirkiye dijberî faşîzma AKP'ê tenê hêza alternatif a demokratîk DBP ye û wiha got: "Tirkiye demek dirêj ji aliyê darbekaran ve tê birêvebirin. Her ji 10 salan carekê hewldana darbeyê pêk tê. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li ser maseya muzakereyê got 'Ew qesr te naparêze. Tenê Demokratî dikare te biparêze. Tu ne di ferqê de ye.' Yê yekêm got li Tirkiye "Dewleta paralel heye" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Hikûmetê bi darbekaran re komkujiyên li Kurdistanê pêk anî. Erdogan 12 salin bi darbekaran re Tirkiye bi rêvebir. Kesên duh li Nisêbîn, Gever, Hezex, Cizîr û Sûrê komkujiyên mezin pêk anîn îro wekî darbekar tên bi navkirin. Hêj heta duh Erdogan ew wekî qahraman îlan dikir. Van Kahramanên Erdogan Li Cizîrê 300 welatî qetil kir. Em weki DBP'ê wê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ger ku Rewşa Awarte hebe birin kuştin û zilim heye. AKP li dijî pirsgirêka Kurd polîtîkayên şer dixe meriyetê.

'OCALAN PÊŞEROJA GELÊ KURD Û TIRK E'

Hikûmetê maseya muzakereyan ji holê rakir û li şûna wê tecrîd giran kir. Bi îlana Rewşa Awarte re tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir bû. Divê bi lezgîn heyetek biçe Îmraliyê. Birêz Ocalan pêşeroja gelê Kurd û Tirk e. Pêşeroja gelê Rojhilata NAvîn e. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelên Rojhilata NAvîn e. Em bang li heyeta CPT' dikin ku rewşa Ocalan lêkolin bike û bi raya giştî re parve bike.

Pişti axaftinê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Ji bo Hevserokatiya DBP'ê ya Bedlisê Necla Halli û Enver Barin hatin hilbijartin.