Tûncel: Bila derhal heyetek biçe Îmraliyê

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel hişyarî da ku xeteriyeke mezin li ser jiyana Ocalan heye û xwest, heyetek derhal biçe Îmraliyê. Tûncel got, "Heta ku rewşa Ocalan zelal bibe em ê çalakiyan lidar bixin."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, tevî endamên Desteya Rêveberiya Navendî civîneke çapemeniyê lidar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Tûncel anî ziman ku ew di pêvajoyeke dijwar de ne û destnîşan kir, ne tenê hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ew li dijî hemû darbeyan in. Tûncel destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê yê rewşa ku derketiye holê wan dixe fikaran û got: "Ev hewldana darbeyê bê astengkirin jî li gorî me hê jî dînamîkên darbeyê di dewreyê de ne. Dema ku em li 40 salên dawî yên Tirkiyeyê binêrin ev ê bi awayeke zelal bê dîtin. Dîsa ev hewldana darbeyê tenê li dijî Serokkomar Erdogan û Serokwezîr nîne, li dijî gelên Tirkiyeyê hatiye kirin. Divê li dijî vê yekê têkoşîna hevpar bimeşînin."

Tûncel bilêv kir ku piştî hewldana darbeyê Rewşa Awarte hatiye îlankirin û bi vî rengî hemû gelên Tirkiyeyê di bin zextê de tê girtin, ev salek e jixwe bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin pêkanînên Rewşa Awarte'ê hene. Tûncel wiha got: "Fermandarên ku ev saleke dawî ye li herêmê bûn hatin girtin. Tiştê ku tê jiyîn nîşan dide ku li Cizîr, Nisêbîn, Gever û gelek deverên din polîtîkayên şer ên ku hatin meşandin wekî Rewşa Awarte'ê bû. Divê rewşa awarte veguhere rewşa asayî. Rawestandina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, nehiqûqiya di mafên mirovan de, îşkence me dixe fikaran."

Di daxuyaniya Tûncel de xalên ku derketine pêş wiha ne: 

"Em li bendê bûn ku ev pêvajo veneguhere Rewşa Awarte'ê, Rewşa Awarte veguhere azadî û demokrasiyê. Di vê navberê de di pêşerojê de rojên zehmet li pêşiya gelan e. AKP di bin navê têkoşîna bi Fethûllahiyan re demokrasiyê dixe xetereyê. Darbe ne bi Rewşa Awarte wê bi demokrasiya radîkal bê asteng kirin. Em di vî warî de her kesî hişyar dikin. Ji bo Tirkiye xwe ji vê xetereya derbeyê rizgar bike, tenê riyek heye ne dîktatorî, demokrasî ye.

Piştî hewldana darbeyê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî yên aboriyê tên jiyan kirin. Saziyên 

'PÊŞEROJA KURDAN DÎL HATIYE GIRTIN'

Dîsa îdîayên der barê Girava Îmraliyê de dibe sedema fikarên cidî. Derbekaran got dê 'li hemberî Ocalan hewldaneke derkeve pêş.' Wezîrê Edaletê daxuyanî da, lê têrê nake. Xetereke cidî heye. Mafê jiyanê di binê xetereyê de ye. Divê ev bê wêderkirin. Divê demildest heyetek biçe giravê. Li holê rewşeke ne pê bawer heye, gotinên Wezîrê Edaletê têrê nakin. Heta rewşa Ocalan neyê eşkerek, bernameyeke me ya çalakiyan heye. Ne tenê ne şexsê Ocalan, pêşeroja gelê kurd li Îmraliyê dîl tê girtin. Divê hikûmet di vî alî de gavan bavêje. Em ji Ewropayê jî piştgiriyê dixwazin. Di vê der barê de fikarên cidî yên gelên me hene. Hêj parêzeran serî lê didan, her tişt bi biryara Rewşa Awarte'ê qedexe kirin, fikarên me zêde dike.

'AZADÎ ZÊDE BIBE WÊ DEMOKRASÎK BI PÊŞ BIKEVE'

Pêşerojeke zehmet li pêşiya me ye. Rewşa Rewşa Awarte'ê li tevahiya Tirkiyeyê tê meşandin. AKP dixwaze bi Rewşa Awarte rewşa xwe ewle bike. Ji bo pirsgirêk bê çareser kirin divê demildest demokrasiya radîkal bê pêşxistin. Her gava li Tirkiyeyê azadî bi pêş keve, wê demokrasî mezin bibe. Wê ji bo pêşketina demokrasiyê têkoşîn berdewam bike. Piştî Rewşa Awarte dema binçavkirinê derxistina 30 rojî ne li gorî mafên mirovan e. Ev jî dide xuyakirin ku ê hemû cihên jiyanê veguherînin girtîgehan. Em ê li hemberî vê sekna xwe berdewam bikin."