Tûncel: AKP paqijiya etnîkî dike

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel di civîna partiya xwe ya li Amedê axivî û nerazîbûn nîşanî derxistina ji kar a kedkarên cemaweriyê da. Tûncel got, AKP 'paqijiya etnîkî' dike.

Hevserokên Bajarên ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi serokatiya Hevseroka Giştî Sebahat Tûncel li hev civiyan.

Di civînê de li ser pêvajoya siyasî û rewşa rêxistinî nirxandin hatin kirin. Tûncel li vir axivî û Tuncel bal kişand ser mamosteyên ji kar hatine derxistin û got, mamoste vê carê jî bi pêla girtinê re rû bi rû ne. 

'AKP PAQIJIYA ETNÎKÎ DIKE'

Tûncel têkîldarî tayînkirina qeyûman jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê gelê kurd û nûnerên wê ceza dike û wiha berdewam kir: "Ev ya ku AKP dike paqijiya etnîkî ye. Li gorî agahiya ku me girtiye 40 hezar karmend jî wê ji kar bên avêtin. Ev encama feraseta ku kurdan sûcdar nîşan dide ye. Li holê lêpirsîn tine ye, biryara dadgehê tine, delîl tine ye. Ev tenê ji ber ku ev mirov kurd in û rêxistinkirîne pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin."

Tûncel anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dibêje li hemberî cemeatê operasyonê pêk tîne lê bi dosyayên ku cemaetê amade kiriye ve berê xwe dide kurdan, li Amedê dosyayekî ji 800 kesan pêk tê didin rawestandin, ev dosya cemaetê amade kiriye, dema ku mijar dibe kurd dosya kê amade kiriye ferq nake. Tûncel ragihand, ku li hemberî vê yekê berxwedan mafekî xwezayî ye. 

'EM SIBEROJEKE RONÎ BI XWE BAFIRÎNIN'

Tûncel bilêv kir ku li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareserî nabe û ev yek hemû cihanê dîtiye lê Tirkiyeyê neditiye û wiha got: "Tirkiye niha welatekî ku ne ewle  ye. Notê wî ketiye. Cihan di şexsê serokomar de li hemberî Tirkiyeyê bi bertek in. Tiştekî ku AKP bide sedsala 21'emîn tuneye. Polîtîkayên li hemberî jinan binêrin. Serokwezîrê vî welatî ji bo jinan ku ji ber şort li xwe kir û rastî êrîşê hat dibêje hûn dikarin bikin pitepit. Êrîşên li hemberî jinan teşwîq dikin. Ev feraset dibêje ku îteatî hevserê xwe bikin. Divê jin îteatî zilaman, kurd îtiatî tirkan bike bi vî rengî çanda îtiat pêş dixin. Divê êdî gelê Tirkiyeyê bêjin êdî bes e."

Tûncel got, ew serdana HDP'ê ya başûrê Kurdistanê girîng dibînin û hêvîdar in wê ji bo yekîtiya neteweyî bibe wesîleyek. Tûncel bilêv kir ku li pey her tarîtiyê ronahiyek heye û ew ê bi xwe siberoja ronî bafirînin, bi hêza xwe divê aştiyê bînin Tirkiyeyê.