TŞYG: Li Dersîmê 4 tîmên taybet hatin kuştin

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, di çalakiya li Dersîmê ya li dijî tîmên taybet de 4 leşker hatine kuştin.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyekê ragihand, milîtanên wan di sibeya 26'ê Gulanê de bi yekîneyeke taybet a li geliyê Kalik a navçeya Dersîm Pulurê hesiyane.

Fermandariya Hevpar got, "Ev yekîneya ku hewl dida bi rengekî veşartî tevbigere hat dorpêçkirin û hevrêyên me saet di 14:00 de lê dan. Di vê çalakiyê de 4 leşker mirin û 45 deqe piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky hatine cihê çalakiyê û miriyên xwe rakirine.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Sînan û Riza yên di 6'ê Gulanê de şehîd ketin, hat lidarxistin."