Togrûl: Tirkiye çeteyên DAIŞ'ê xwedî dike

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl da xuyakirin, ku komkujiya li Dîlokê bûyereke rasthatî nîne û diyar kir, Tirkiye bi zanebûn desteka lojîstîkê dide çeteyên DAIŞ'ê. Togrûl komkujî şermezar kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, têkildarî komkujiya li Dîlokê axivî, ku 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 66 kes jî birîndar bûn.

Togrûl diyar kir, desthilatdariya AKP'ê di mijara rejîma Esad de şaşitî kiriye û got, "Jê hebû ku wê hikûmeta Esad yekser hilweşe û ji bo pêşî li statuyeke Kurdan û gelên li Rojava bigire, desthilatdariya AKP'ê bi her kesî re kar kir. Çeteyên DAIŞ'ê jî yek ji van e. Erdogan bi taybetî gotibû 'Me li Iraqê şaşitî kir, em ê li bakurê Sûriyeyê ti carî şaşitiyê neke'. Halbûkî li Rojava, bi pêşengiya azadiya jinê jiyaneke nû dihat hûnandin, ku gelên Rojhilata Navîn qet xeyala wê jî nedikir. Û desthilatdariya AKP'ê ji bo pêşî li vê bigire, bi hemû çeteyan re kar kir. Lewma sînorên Tirkiyeyê heta dawiyê li çeteyên DAIŞ'ê vekir."

'BI ZANEBÛN ÊRÎŞ LI HEMBERÎ MALBATA KURD HAT KIRIN'

Togrûl bibîr xist, ku di navbera Kîlîs û Karkamişê de herêmek ji 98 kîlometreyî heye û destnîşan kir, eger Tirkiyeyê sînorê li vir bigirta, wê çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn hilmê jî bistînin. Der barê sedema hedegirtina dawesteke Kurdan de Togrûl got, "Yekane hêza ku li Sûriyeyê cih li çeteyên DAIŞ'ê teng dike, YPG/YPJ û gelên li wir ên bi pêşengiya jinê ne. Bi taybetî, piştî serketina Minbicê derbeke mezin xwarin û ji ber vê têkçûna xwe bi dijminatî û êrîşa li hemberî Kurdan, hewl dan tolê hilînin. Divê teqîna li Dîlokê jî di vê çarçoveyê de were nirxandin. Dema mirov dawetê û malbatê dinirxînin, fêhm dikin ku ev malbat bi rengekî rasthatî nehatiye hilbijartin. Dizanin ku ev malbata me ji Sêrtê ye, di salên 90'î de malên wan hatin şewitandin û weke mexdûrê şer li Dîlokê hewl dide bijî. Û ev êrîş êrîşeke bi zanebûn e, ku li hemberî tevahiya gelê Kurd e."

'TIRKIYEYÊ XETA DÎLOK Û KÎLÎSÊ JI BO ÇETEYÊN DAIŞ'Ê KIR CIHÊ DESTEKA LOJÎSTÎK'

Togrûl işaret bi dîmenên di medya civakî de tên weşand kir û anî ziman, ji van dîmenan tê fêhmkirin ku deriyên Cerablûsê hatine vekirin û ketin û derketina ji vî derî heye. Togrûl ragihand, çeteyên ji Minbicê reviyan e, hatine Cerablûsê.

Togrûl îdîa kir ku çeteyan Cerablûs vala kirine û da xuyakirin, ku pêkane ev çete derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne. Parlamenter Togrûl diyar kir, xeta Dîlok û Kîlîsê ji bo çeteyên DAIŞ'ê veguheriye xeta desteka lojîstîkê û got, "Çeteyên ji her devera cîhanê hatin, di vir re derbasî Sûrieyê bûn û şer kirin. Û ev çete vegeriyan û xwe li Tirkiyeyê teqandin. Kengî daxwazeke aştiyê tê bilêvkirin, em dibînin ku di wê demê de çete xwe diteqînin. Û dixwazim vê jî bêjim; beriya teqîna li Dîlokê di heman rojê de KCK bangekê dike. Lê belê yên ji aştiyê hez nakin, yên dixwazin Tirkiyeyê bixin nava kaosê, li dawetekê xwe diteqînin."

'DIVÊ BINGEHEK JI BO AŞTIYÊ BÊ AMADEKIRIN'

Togrûl herî dawî destnîşan kir, ku ji bo Tirkiye ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bibe û ji bo aştiya navxweyî divê gavek were avêtin û bal kişand ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk.

Togrûl got, "Eger Tirkiye dixwaze ji hewldanên darbeyê yên mîna 15'ê Tebaxê rizgar bibe, divê beriya her tiştî bi Kurdan re li hev bike, hesabên qewimînan bide û bingehekê ji aştiyê re amade bike. Û dev ji dijminatiya li Kurdên li Rojava berde."