TKP/ML-TÎKKO serketina Girê Spî pîroz kir

Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO, der barê azadkirina Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteya Partiyê ya Rojhilata Navîn a TKP/ML-TÎKKO, der barê azadkirina Girê Spî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi paqijkirina ji faşîstên DAIŞ'ê yên destekê ji emperyalîzmê digirin re azadkirina Girê Spî, di serî de Kurd û Ereb, serhildana gelên bindest ên li Rojhilata Navîn e. Temînata yekane ya vê serketinê, şervanên azadiyê ne. Em afirînerên biryardarî û daxwaza jiyana bi hev re ya biratî-azad a gelan, silav dikin."

TKP/ML-TÎKKO, hemû şervanên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û soza jîndarkirina xeyalên wan da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên li ber xwe didin û di oxira azadiyê de şer dikin, wê bi ser bikevin. Yên winda bikin wê emperyalîzm û paşverûtî bin."