Tîmên taybet sewqî Geverê hatin kirin

Gelek tîmên taybet sewqî Geverê hatin kirin.

Vê sibehê gelek tîmên taybet sewqî navçeya Gever a Colemêrgê hatin kirin.

Hêzên dewletê yên devera petrola kevin a rêya Şemzînanê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, wesayîtên zirxî yên li vir hatine bicihkirin barîqatên di ketina taxan de hatine avakirin gulebaran kirin.

Piştî dengê çek û teqemeniyan ku nêzî saetekê dewam kirin, 2 otobusên zirxî yên tîmên taybet, di nav tedbîrên zêde de ber bi Qereqola Karabey ve çûn.

Konvoy ku li gor saeta çûna xwendekaran a dibistanê hat plankirin, xwendekar di nav zehmetiyan de man, malbat ketin nav fikaran.