Tevgera Azadî û RJAK: Êrîşên dewleta Tirk destkeftiyên Kurdan dike hedef

Di daxuyaniya hevpar a Tevera Azadî û RJAK’ê ya li rêveberiya bajarê Kerkûkê, bal kişand ku êrîşên dewlat Tirk a li dijî Rojava hemû destkeftiyên gel Kurd dike hedef, bang li her kesê kir ku aktîf bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de bi zimanekî hişt hevkariya PDK’ê ya li dijî êrîşên li ser Kurdan rexne kir, da diyarkirin ku divê bi lezgîn dev ji vê yekê berde.

‘ÊRÎŞ HEMÛ DESTKEFTIYAN DIKE HEDEF’

Di daxuyaniya hevpar de têkildarî êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûs û derbasbûn xak Rojava ev tişt hatin gotin: “ Weke tê zanîn dewleta Tirk bi dagirkirina Cerablûsê dixwaze Rojava dagir bike. Ev êrîş û dagirkirin ya li hember gelê Rojava tê pêşxistin di demekî wisan de her ku diçe nêzî azadiyê dibe tên lidar xistin. Ev êrîş piştî hevdîtinên dîplomatîk ên zêde li dijî destkeftiyên têkoşîna mezin a çar parçeyên Kurdistan û gelên Rojava ye. Divê li dijî van êrîşan ti kes bêdeng nemîne.”

DIVÊ PDK BI LEZGÎN DEV JI ÇEWTIYÊN XWE BERDE

Daxuyaniya hevpar a Tevgera Azadî û RJAK’ê diyar kir ku di konsepta êrîşan a di pêşengtiya dewleta Tirk de tên lidarxistin hevkariya PDK’ê bi zimanekî hişk hate rexnekirin, bang li her kesê kir ku têkoşîna gelê Kurd bilind bikin û wiha pê de çû: “Bi êrîşên li ser Cerablûsê û di hema demê de Serokê PDK’ê Mesût Barzanî ya li Tirkiyeyê rewşê şênber dike dide nîşandan. Bila siyaseta Başûrê Kurdistanê baş bizanibin ev pîlan ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî hemû Kurdan e. Ev êrîş bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpêkir, îro li dijî hemû gelê Kurd pêş dikeve. Lê gelê me di têkoşînê de bi biryar e. Divê ti kes li dijî pîlana li ser Rojava re pêş dikeve û êrîşê ku ne tenê ji aliyê dewleta Tirkiye ve tên li dar xistin, gelê herêmê dike hedef em bang dikin ku gelê me û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê têkoşînê bilind bike, van êrîşan pûç bike.”

...