Tevgera Azadî: Êrîşa li Qamişloyê li dijî jiyana hevpar e

Tevgera Azadî Komalgeha Kurdistanê ya li herêma Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî weşand û qetlîama li Qamişloyê lenet kir.

Tevgera Azadî Komalgeha Kurdistan a li herêma Kerkûkê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de qetlîama li Qamişloyê bi tundî şermezar kir û wiha dewam kir: “Di heman demê de em ji malbatên şehîdan re serxweşiyê dixwazin û şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”

Tevgera Azadî di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku ev êrîşa hovane, ya ji derveyî pîvanên mirovahiyê piştî ku Rojava serketinên mezin bi dest xistine hatiye lidarxistin û wiha got: “Bi taybet bi serketinên leşkerî û siyasî ve  Rojavayê Kurdistanê li tevahî herêmê bandorek mezin çêkiriye. Ev jî rê dide ku tevahî gelên Rojava li gel hev di nav aramî û aştiyê de bijîn. Ev êrîş li dijî vê pêk hatiye. Ango ev êrîş li dijî projeya Federalîzma Bakurê Sûriyeyê hatiye lidarxistin. Di sedsala 21’emîn de ev projeya herî mezin a stratejîk e.”