Tevgera Azadî bê xemiya Hikumeta Başûr rexne kir

Tevgera Azadî êrişa çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Mexmûrê şermezar kir û têkildarê êrişa ku bû sedem 13 kes jiyana xwe ji dest bide rexne li PDK’ê girt ku li hemberî gelê herêmê bê xem e.

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya duh li gundê Xidircîce yê Mexmûrê ku têde 10 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ragihand: “Mixabin, şeva borî terorîstên DAÎŞ’ê êrişeke bixwîn û hovane li ser pêşmerge û xelkê sivîl ê herêmê pêk anî û ji ber wê şehîd û birîndar çêbûn. Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin. Her wiha rasterast hikûmet û hêzên ewlehiyê yên wê herêmê rexne dikin ku di parastina xelkê wê herêmê de xemsar in.  Gumanên me li danûstandinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li wan herêman li gel wan terorîstan heye. Lewma daxwazê dikin ku parastina wan herêman were lêkolînkirin. Parlamento van karesatan lêkolîn bike.”