TEV-DEM’ê banga pêşxistina têkoşîna aştiyê kir

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê hene kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê hene kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin û got: “Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li ser rêya azadî û aştiyê bi roleke dîrokî ji bo hemû pêkhateyên herêmê û bi taybet Sûriyeyê rabû.”

Bi boneya Roja Aştiya Cîhanê ku dikeve 1’ê Îlonê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêdiviya cîhanê bi bilindkirina asta têkoşînê heye.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê û ji bo tevahî cîhan bi aştî û aramî bijî û xwe ji zîhniyeta tundî, koçberî û tinekirinê rizgar bike. 1’ê Îlonê wekî roja aştiya cîhanê hate binavkirin. Mixabin heta niha armanca ku di pêkanîna aştiyê de dihat xwestin heta niha pêk nehatiye. Şer, kuştin, wêrankirin, komkujî û tinekirinê hê jî li gelek herêmê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn berdewam dike.

Pêkanîna aştiyê ku niha dozeke cîhanî ye û ji bo maf û azadiya mirovahiyê bê parastin, pêdiviya wê bi bilindkirina asta têkoşînê heye. Di asta yekemîn de pêdivî bi tinekirina bingehên tundiyê û şerên faşistê ku li herêmê belav bûye, heye. Îro faşîsta  DAIŞ’ê niha li ser ewlekariya tevahî gelên herêmê metirsiyeke cidî ye û tinekirina DAIŞ’ê armanca sereke ji bo pêkanîna aştiyê li tevahî herêmê ye.

Têkoşîna li ser rêya aştiyê bi tinekirina DAIŞ’ê nayê bi sînorkirin, lê belê divê berxwedana li dijî aliyên ku çeteyên DAIŞ’ê dikin bê berdewamkirin. Israra zîhniyeta teng bi hemû aliyên wê yên nijadperest, olperest û mezhebiyetê, faşîstiyê diafirîne. Di encamê de ev bingeha ku li ser hatiye avakirin, li dijî avakirina aştiyê metirsiyeke mezin e û têkoşîna li dijî vê zîhniyeta faşîst pêkane.

Gelê Kurd di dîroka xwe de rastî gelek komkujî û hemleyên tinekirinê ji aliyê dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikirin, hatiye. Tevî vê yekê jî gelê Kurd ji têkoşîna xwe venegeriya û li ser rêya azadiyê û pêkanîna aştiyê têkoşîna xwe bê navber berdewam kir.

Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de tevî hemû plan û komploya navneteweyî ya li dijî wê, berçav bû. Rêber Ocalan di zîndanê de fikra xwe li ser bingeha pêkanîna aştiyê û çareserkirina hemû dozên herêmê û di serî de doza Kurdî bi şêwazên aştiyane pêşxist. Lê mixabin zîhniyeta teng a desthilatdaran û rayedarên Tirkiyeyê di neçareseriyê de israr dikin û li dijî destketiyên gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê tevdigerin.

Rejîma Baasê li Îraqê mînaka herî ber bi çav a hewldanên tinekirina gelê Kurd bû û li hemberî vê rêjîmê jî gelê Kurd têkoşîna xwe domand. Rêjîma Baasê ya Sûriyeyê jî heman siyaseta Baas a Îraqê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Lê destketiyên di şoreşa Rojava de hatine bi dest xistin bû mînaka têkoşîna li dijî faşîst a Baas û DAIŞ’ê. Tevî cîhanê şahidê vê berxwedanê ku ji aliyê hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve hatiye pêşxistin e. Bi saya vê berxwedanê biratî û jiyana hevbeş li Kobanê, Girê Spî, Şengalê û gelek herêmên din, hate parastin. Hêzên YPG’ê karibû ku hemleya tinekirinê ya faşîzmê ku ji aliyê DAIŞ’ê û alîkarên wê ve tê meşandin, rawestîne.

Gel Kurd di têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê de bi roleke dîrokî ji bo tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet Sûriyeyê rabû. Em wekî TEV-DEM’ê ji bo pêşxistina projeya Sûriyeyê ya demokratîk têdikoşin. Her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi şêwazekî guncav û saxlem tevdigere.

Bi boneya salvegera Roja Aştiya Cîhanê em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê heye, dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin.”